Li Nisêbînê çoltarên 9 gundan hatin qedexekirin

  • 13:09 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Çoltarên 9 gundên girêdayî navçeya Nisêbînê ji bo 15 rojan weke “herêma ewlekariyê ya demkî” hatin ragihandin. 
 
Çoltarên 9 gundên girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlekariya taybet a demkî” hatin ragihandin. Walîtiyê da zanîn ku herêmên li Çiyayê Bagokê weke “Herêmên ewlekariya taybet ên demkî” hatine ragihandin. 
 
Hat zanîn ku biryara qedexeyê ji bo çoltarên herêmên Elin, Bahminin, Fisqîn, Mişawil, Geliyê Sor, Efşê, Qudbê, Yol û Şekrînê derbasdar e û dê heta 10’ê çileya 2024’an bidome.