Ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê bang li Wezîrê Dadê hat kirin

  • 13:07 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Koordînasyona Şopandin û Çavderiyê ya Grevên Birçîbûnê ya Wanê, têkildarî grevên birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, daxuyaniyu ku da de hat gotin ku dewlet ji mafê jiyanê yê girtiyan berpirsyare û bang Wezîrê Dadê hat kirin ku daxwazên girtiyan pêk bînin.
 
Koordînasyona Şopandin û Çavderiyê ya Grevên Birçîbûnê ya Wanê, têkildarî grevên birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, daxuyaniyê da. Daxuyaniya ku li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat dayîn de, Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê, Malbatên Girtiyan û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê (TUHAY-Der), TÎHV a Wanê, Şaxa Odeya Tabîban a Wan–Colemêrgê û Şaxa SES'ê ya Wanê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endamê Şaxa OHD’ê yê Wanê Cahît Ertan ve hat xwendin.
 
Serdana girtîgehên herêmê hat kirin
 
Cahît, girtiyên li girtîgehan bi daxwaza dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li Tirkiyeyê, başkirina şert û mercên înfazê, rakirina şert û mercên dirêj ên tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, ji bo malbat û parêzeran û çareseriya pirgirêka kurd di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bi dem û dorveger hat destpêkirin. 
 
Cahît, diyar kir ku Koordînasyona Şopandin û Çavderiyê ya Grevên Birçîbûnê ji destpêka grevên birçîbûnê ve serdana girtîgehan dikin û wiha pê de çû: “Serdana Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Patnosê, Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Wanê, Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Girtî ya tîpa T ya Oltû ya Erziromê, Girtîgeha Girtî ya ya Ewlehiya Biliknd ya hejmara yekem a Dûmlû ya Erziromê, Girtîgeha Girtî ya ya Ewlehiya Biliknd ya hejmara duyem a Dûmlû ya Erziromê, Girtîgeha Girtî ya ya Tîpa T ya Xelatê, Girtîgeha Girtî ya ya Tîpa L ya Espiyeyê, Girtîgeha Girtî ya ya Tîpa T ya Bafrayê, Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Beşîkduzu, Girtîgeha Girtî ya ya Tîpa L ya Rîzeyê (Kalkandere) û Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Kavakê hat kirin.”
 
‘Hemû mafê girtiyan berpirsyariya dewletê de ye’
 
Cahît, bi lêv kir ku li ser binpêkirinên mafên mirovan ên piştî destpêkirina grevên birçîbûnê yên li hemû girtîgehên ku Koordînasyona Şopandin û Çavderiyê ya Grevên Birçîbûnê lê ziyaret kir û rapora nêzîkatiyên rêveberiyên girtîgehê yên der barê çalakgerên greva birçîbûnê de wê di hefteya pêşî bi raya giştî re bê parvekirin û wiha axivî: “Grevên birçîbûnê yên li hemû girtîgehên ku hatine serdan bi giştî di 27.11.2023 an jî 01.12.2023’an jî 01.12.2023’an de dest pê kirine û grevên birçîbûnê deh an jî panzdeh rojan berdewam dikin û ger daxwaz neyên bicihanîn dibe ku grevên birçîbûnê bidomin. Ji bo pêkanîna daxwazên girtiyên ketine greva birçîbûnê û ji bo bidawîkirina grevên birçîbûnê ji holê rabike, heta îro ji aliyê hêzên siyasî û saziyên desthilatdar ve tu gav nehatine avêtin. Hemû mafên girtiyan, bi taybetî jî rûmeta wan, mafê jiyan û tenduristiyê berpirsiyariya dewletê ye. Qedexekirina şekir, xwê û vîtamînan ji aliyê saziyên girtîgehê ve di her qonaxa grevên birçîbûnê de; helwesteke ku di çarçoveya mafê jiyanê de bi demê re weke îşkence û muameleya xerab tê dîtin.”
 
‘Divê mafê jiyanê yên girtiyan bê parastin’
 
Cahît, di berdewamiya axaftina de wiha got: “Girtiyên ku ketine greva birçîbûnê, ji bo ku tê de herî kêm 5 qedehên mezin av/avî, 2 kevçî (2 g) xwê, 5 kevçiyên xwarinê şekir, 1 kevçiya çayê karbonat û 500 mg vîtamîna B1 tê de bê dayîn. Eşkere ye ku ger ev maddeyên ku divê di asta herî kêm de bên vexwarin bên sînordarkirin, wê weke grevên birçîbûnê yên salên borî bibe sedema zirareke mayînde li mejiyê girtiyan û heta mirinê. Ji bo pêşîlêgirtina derketina pirsgirêkên tenduristiyê yên zêde; girtiyên di greva birçîbûnê de ne, divê li gorî destûra xwe ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve bi awayekî rêkûpêk bên şopandin, av, xwê, şekir û vîtamîna B pêwîstiya wan bi wan re bê dayîn, dema nikaribin debara xwe bikin divê refakatcî bên peydakirin. Di vê di bin tecrrîdê de neyên girtin û ji bikaranîna hêzê dûr bê girtin.”
 
Banga ji bo Wezîrê Dadê
 
Cahît, bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got  tecrîda li Saziya Cezayê ya Girtî ya Îmraliyê ku bi mutleqa ragihandinê tê meşandin li dijî Destûra Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Qanûna Înfaza Ceza û Tedbîrên Ewlehiyê ye. Cahît, bi lêv kir ku beriya ku pêvajo veguhere xaleke xeternak, divê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên nirxandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger ne wisa be, dê desthilatdariya siyasî berpirsyariyê ji encamên xemgîn ên li ser mafê tenduristiyê û jiyanê yê girtiyan derkeve bibe. Ji bo vê jî pêwîste Wezîrê Dadê û saziyên pêwendîdar di zûtirîn dem de bikevin nava tevgerê. Di derbarê greva birçîbûnê ya girtiyan de jî divê hêzên siyasî bi awayekî aştiyane tedbîrên pêwîst bigire û beriya mirinan binirxîne daxwazên girtiyan. Em bang li Wezîrê Dadê, hiqûqa neteweyî û navneteweyî û saziyên mafên mirovan dikin ku di zûtirîn dem de bi hestiyar tevbigerin da ku li gorî maf û azadiyên bingehîn nêzikî pirsgirêkê bibin û li gorî vê yekê daxwazên xwe binirxînin û çareser bikin.”
 
Piştre daxuyanî bi dawî bû.