Şêniyên Mexmûrê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin

  • 13:02 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.
 
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Mexmûrê Seîd Çomlek ve hat dayîn.
 
Seîd Çomlek di destpêkê de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Ev 3 roj in êrişên hovane yên dewleta tirk li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûye, êrişî her cihê ku gel xwe pê dide jiyîn dike. Ev bombaran li pêş çavên cîhanê tê kirin, cîhanê ji me jurdan re çavê xwe digire. Em bêdengiya hêzên hevpeyman jî şermezar dikin. Wê Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê li berxwe bide. Em jî wek gelê Mexmûrê êşa wan parve dikin, dilê me dişewite em ê heta dawiyê bi we re bin.”
 
Seîd Cizirî di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser komkujiya Roboskî û wiha pê de çû: “Her wiha wek tê zanîn sibehê komkujiya Roboskiyê ye, em wek gelê Mexmûrê vê komkujiya dewleta tirk a li ser Roboskî şermezar dikin. Em bang li hemû gelê Kurdên li welat û derveyî welat dikin ku xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Biji Berxwedana Rojava" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.