Bi sedan nexweş ji pêdiviya diyalîz û oksîjenê bêpar hiştin

  • 12:58 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Cizîrê zêdetirî 2 milyon û nîv însan jiyan dikin. Pêdiviya nexweşên diyalîzê tenê li 2 navendan tê pêşwazîkirin. Pêdiviya tûpên oksîjenê yên tevahiya nexweşxaneyên kantonê jî tenê ji yek navendê dihat pêşwazîkirin. Ev herdu navend jî, di encama êrîşên dewleta tirk de ji xizmetê derketin.
 
Di 25'ê Kanûnê de (2023) derdora saet 19:00'an de dewleta tirk bi balafirên keşfê yên biçek Navenda Diyalîzê û Navenda Oksîjênê yên li bajarê Qamişlo bombebaran kirin. Di encama êrişê de herdu navend ji xizmetê derketine. Ev her du navend xizmeta zêdetirî 2 mîlyon û nîv welatiyan û nexweşxaneyên li kantona Cizîrê dikir. 
 
Li Kantona Cizîrê du navendên diyalîzê hene, yek ji wan li taxa Alaya ya girêdayî bajarê Qamişloyê ye. Ev navend di sala 2021'ê de hatiye avakirin. 6 cîhazên diyalîzê li navendê hebûn û 24 xebatkarên tenduristiye tê de dixebitîn. 70 nexweşên domdar li vir tedawî didîtin. Ji bilî wan jî gelek nexweş diçûn. Lê navend di encama êrişên dewleta tirk a 25'ê Kanûnê de bi temamî ji xizmetê derketiye.
 
Navenda Oksîjenê jî di hewşa Navenda Diyalîzê de ye. Beriya dû mehan hatibû avakirin û li Kantona Cizîrê tekane navenda oksîjênê bû. Ji bo hemû nexweşxane û navendên tendûristiyê tupên oksîjênê tije û belav dikirin. 8 xebatkarên tendûristiyê yên vê navendê rojê 250 tupên oksijênê tije dikirin. Di hedefgirtina dewleta tirk de ev navend jî bi temamî hilweşiyaye.
 
Li herdu navendên me şopandin hilweşandin û zirara mezin tê dîtin. Di dîmenan de jî xûya dike ku Navenda Oksîjênê bi temamî hilweşiya ye, hemû tupên oksîjênê û cîhazên tenduristiyê xirab bûne. Her wiha Navenda Diyalîzê jî gelek zirar dîtiye.