Evîn Goyî li Mexmûrê hat bibîranîn

  • 12:02 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Evîn Goyî ya di 2’yemîn Komkujiya Parîsê de hat qetilkirin li wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hat bibîranîn.
 
Li wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Evîn Goyî ya di 23’yê Kanûna 2022’yan de di 2’yemîn Komkujiya Parîsê de bi du rêhevalên xwe re hat qetilkirin, bi merasîmekê hat bibîranîn.
 
Beriya merasîmê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê birayê cangorî Evîn, Simal Kara axivî.
 
Simal Kara di destpêka axaftina xwe de di şexsê Evîn Goyî de hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Rêbertî di tevgera me de jî dibêje şehîd nirxên me yên herî mezin û rêberê me ne. Dema mirov dibêje ‘Şehîd Namirin’ divê mirov hemû taybetmendiyên şehîd di xwe de ava bike. Divê li hemberî şehîd hem aliyê wate dayîn, biryardayîn, helwest û nêzîkatiyan de xwedî taybetmendî û seknek wisa be mirov bikare bibêje ‘Şehîd Namirin’ û ez li ser şopa şehîdan dimeşim.”
 
Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyana Evîn Goyî hatî amedekirin, hat temaşekirin û merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.