Şêniyên Kantona Firatê li dijî êrişên dewleta tirk meşiyan

  • 11:52 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser binesaziya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên Kantona Firatê meşeke girseyî li dar xistin.
 
Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê, li hemberî êrişên dewleta tirk daketin qadan. Meşê ji Qada Azadî dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir.
 
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Soza me tolhildan e", "Bijî berxwedana gel" hatin qîrîn.
 
Piştî ku meşvan gihîştin ber konê çalakiyê ku ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatiye destpêkirin, mîtîngek pêk hat.
 
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Adil Hecî daxuyaniyek da.
 
Adil Hecî bal kişand ser berxwedana têkoşerên azadiyê ya li dijî dagirkeriyê û got, "Ji bo civakeke azad û wekhev di nava lêgerîn û berxwedanê de ne."
 
Adil Hecî girtiyên li girtîgehên dewleta tirk li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne silav kir û got, "Li hemberî dagirkeriya dewleta tirk gelê me li ber xwe dide. Berxwedana ku li çiyayên azad tê kirin, li devereke din a cîhanê nehatiye kirin. Berxwedaneke bêhempa û dîrokî ye. Em berxwedana hevalan silav dikin. Dewleta tirk bi salan e ji bo ku vê civakê qir bike û tune bike serî li her rêbazê didin. Lê em ê her tim rêya berxwedanê bişopînin."