'Em ê li dijî êrişên dewleta tirk li berxwe bidin'

  • 10:07 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê tevlî meşa li dijî êrişên dewleta tirk bûn bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan û wiha gotin:"Ji êriş û dagirkeriyê re bes e ! Îro ev dewlet hêz û gelê me dike hedefa xwe. Her wiha istasyona kehrebeyê û sotemeniyê dike hedef. Lê belê ji ber ev gel her tim têkoşîna xwe didomîne loma jî wê tu carî dewleta tirk negihêje armanca xwe."
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn dewleta Tirk 25’ê Kanûnê 40 caran êriş pêk anîne, 8 welatî jiyana xwe ji dest dan û 18 welatî jî birîndar bûne. Rêveberiyê diyar kir ku 2 hezar û 200 gund û bajar di tariyê de hatine hiştin. Welatiyên li Taxa Şêxmeqsûdê ya li Helebê li dijî êrişan daketin qadan û meş li dar xistin.  Jinên li Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê tevlî meşa li dijî êrişên dewleta tirk bûn bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan. 
 
'Wê dewleta tirk negihêje armanca xwe'
Sûad Şêxo da zanîn ew ê li dijî êrişan serê xwe netewînin û wê her tim li berxwe bidin. Sûadê wiha got:"Îro em li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker dengê xwe bilind dikin û van êrîşan şermezar dikin. Îro dewleta tirk dixwaze hebûna gelê kurd ji holê rabike lê belê wê dewleta tirk negihêje armanca xwe. Em ê her tim li dijî êrişên dagirkeriyê rêxistina xwe xurt bikin."
 
'Em ê her li ber xwe bidin û dagirkeriyê têk bibin"
 
Sûadê da zanîn armanca dewleta tirk ew e ku destkeftiyên gelê kurd ji holê rake û wiha lê zêde kir:"Îro dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmê dide dewamkirin. Dewleta tirk bi êrişê li ser Rojava dixwaze meseleya xwe ya qeyrana aboriyê û aloziyên di nava xwe de veşêre. Di heman demê de armanc dike ku projeya Xweseriya Demokratîk ji holê rabike lê çi dibe bila bibe em ê her li ber xwe bidin û dagirkeriyê têk bibin."
 
'Em ê li dijî êrişên dewleta tirk li berxwe bidin'
 
Her wiha jina bi navê Emîne Esef jî bertek û nerazîbûna xwe ya li dijî êrişan anî ziman û wiha got:"Ji êriş û dagirkeriyê re bes e ! Îro ev dewlet hêz û gelê me dike hedefa xwe. Her wiha istasyona kehrebeyê û sotemeniyê dike hedef. Lê belê ji ber ev gel her tim têkoşîna xwe didomîne loma jî wê tu carî dewleta tirk negihêje armanca xwe. Em ê li dijî êrişên dewleta tirk li berxwe bidin. "