Piştî 12 salan Roboskê...

  • 10:06 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
ŞIRNEX - Komkujiya Roboskî 12 sal li pey xwe hişt, Halîme Encû ya ku kurê wê yê 17 salî di komkujiyê de hat qetilkirin got: “Li Roboskî jiyan ne wek berê ye. Heta kujer neyên darizandin, cezakirin û hesap neyê pirsîn em vê qetlîamê ji bîr nakin. Ez dayika 34 kesî me. Ez edaletê dixwazim." 
 
Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên artêşa tirk li gundê Roboskê ya Qilebana Şirnexê bombe barand. Di encama êrişê de 19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin. 12 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn. Kiryar 12 sal in hatin parastin, Lê bendewariya malbatan a edaletê hêj jî bi dawî nebû. Malbatên ku ji lêpirsînan encam negirtin, di tîrmeha 2014’an de tevî hezar û 108 parêzeran dosya birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). AYM’ê di 26’ê Sibata 2016’an de ji ber parêzerên ji 53 serlêderan 3’yan wekaletnameyên xwe 2 rojan dereng xistin bi hinceta “belgeyên kêm” serlêdan red kirin. Li ser vê yekê dosya bi 281 serlêdanan veguhestin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Lê belê DMME'yê di 17'ê gulana 2018'an de bi hinceta "Belge 2 roj dereng hatine" got ku serlêdan "nayê qebûlkirin" û serlêdan qebûl nekir. 
 
Tekoşîna malbatan a edaletê 12 sal in didome. Serhat Encû 17 saliya xwe de hatin qetilkirin, dayika wî Halîme Encû di salvegera 12'yemîn a komkujiyê de hestên xwe ji ajansa me re parve kir. 
 
'Ez dev jî gotina edaletê bernadim'
 
 
Halîme diyar kir ku ev ê bibe 13 sal lê tu carî dev ji gotina edaletê bernedaye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kesên ku hatin qetilkirin piraniya wan zarok bûn. Kurê min Serhat jî 17 salî bû û diçû dibistanê. Piştî qetlîamê tiştek ne wek berê bû. Gelek ciwan û zarok dev ji dibistanê berdan. Hevjînê min û kurê min hatin girtin. Bê sûc bûn lê hatin cezakirin."
 
'Ev yek zilm e'
 
Halîme, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bêcezahiştina kiryaran: "Ev yek zilm e. Dilê me şewitî. Bi salan e Robaskê li benda edaletê ye. Piştî qetîamê ciwanên me xistin bin tora tiryakê û xwekuştin li wan hatin ferzkirin. Nêzî 100 kes dawî li jiyana xwe anî. Ne wijdan û ne jî edalet heye." 
 
'Çi sûcê kurê min hebû?
 
Helîme, daxuyand ku çi sûcê Serhat hebû û wiha hest û ramanên xwe anî ziman: "Çi sûcê kurê min heye? Ji bo 2 lt mazot hewce dikir ku bihatan qetilkirin. Zarokên hatin qetilkirin lê ez naxwazim zarokên din bên qetilkirin. Lê mixabin xwekuştin li zarokên me tên ferzkirin, ji ber ku êdî nikarin li vir bijîn û nikarin vê bargiraniyê rakin. Tenê daxwazek me heye bila ciwanên me bijîn. Bila edalet pêk bê. Ji ber ku êşeke pir mezin e. Tu demê kurê min ji bîra min naçe." 
 
'Kesên ku hatin qetilkirin hemû jî zarok bûn'
 
Halîme, destnîşan kir ku li herêmê debar tenê bi bazirganiya sînor pêk tê û wiha bi lêv kir: "Bi salan kalên me bazirganiya sînor kirin. Berê sînor bazirganî serbest bû û ne sûc bû. Ev tişt ne qaçaxtiye û kirina debara malê ye. Kesên ku vê demê hatin qetilkirin jî hemû zarok bûn. Me parçeyên canê zarokên xwe ji hêstiran veqetand. Me nezanî ka kijan parçe ya me ye yan ya hêstiran e. Ez naxwazim ev zilma ku li me hat kirin bila kesek din bê kirin. Em dizanin ku ev qetlîam tu carî bi dawî nabin. Em êdî aramiyê dixwazin." 
 
Li sînor kalekol û kamera 
 
Halîme, diyar kir ku piştî komkujiyê li sînor kalekol û kamera hatin bicihkirin û nehiştin bazirganiya sînor bê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berê me zadê xwe ji Iraqê ji xizmên xwe dianî. Ji ber li Iraqê gelek xizmên me hene. Beriya ku sînor bên kifşkirin em di nava hevdû de bûn. Zarokên me diçûn û dihatin. Lê niha ne wisa ye û destûr nayê dayîn. Gelo ev jiyaneke bi çî rengî ye? Ev tişt rezalet e, bêhiqûqî ye û bêwijdanî ye."
 
'Jiyan ne wek berê ye'
 
Halîme, wiha behsa rewşa ku piştî qetîamê derket holê kir: "Li Roboskê gelek kes mecbûrî bûn cerdevan. Roboskî niha ne wek berê ye û kes jî wekî berê ne jiya. Derûniya her kesî xirab bû. Ni navbera ciwanan de her ku çû hişbir zêde bû. Bi vî rengî hewl didin ku zarokên me bikujin. Heta niha 100 kes jiyana xwe ji dest da. Divê bê lêkolînkirin. Bi pêkhatina edaletê dê hemû pirsgirêk çareser bibe. Êdî ciwanên me naxwazin li Roboskê bijîn û dixwazin biçin Ewropayê."
 
'Bila kiryar bên darizandin'
 
Halîme, da zanîn ku nêzî 13 sal in kesek jî nehat darizandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwedê mezin e. Bila kesek nefikir e ku dê li vî cîhanê rihet bijî. Em vî komkujiyê ji bîr nakin. Ez dayika 34 kesî me. 11 kes ji malbata min bûn û yên din jî xizmên min bûn. Heta mirinê ez vê komkujiyê jibîrnakim. Heke dibêjîn me sûc kiriye divê bên darizandin. Ez tu carî tazmînata ku tên dayîn qebûl nakim û ez tenê dixwazim bila kiryar bên darizandin."