Sarah Glynn: Kurd bi fikrên xwe ji gelên dinê re dibin hêvî

  • 09:03 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Endama Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Sarah Glynn diyar kir ku bêdengiya li hemberî tecrîdê tê wateya di navbera welatên Ewropayê de lihevkirinek pir qirêj heye.
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 33 meh in agahî jê nayê girtin, di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdarê de grevên birçîbûne hatin destpêkirin, li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene û Stenbolê jî bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” çalakiya Nobeda Edaletê hatin destpêkirin. Li gelek welatên Ewropayê jî rojên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hatin organîzekirin û li aliyê din jî xebatên dîplomasiyê ya navneteweyî hatin meşandin. 
 
Li hemberî van hemû hewldanan bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û saziyên navneteweyî yên di tecrîdê de xwedî rol û mîsyon in, dewam dike. Endama Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Sarah Glynn ji ajansa me re behsa tecrîdê û bêdengiya Ewropayê kir. 
 
"Lê ez difikirim ku ev nîşanek e ku Tirkiye fêm dike ku Ocalan çiqas girîng e û fikrên wî çiqas hêja ne. Ev fikir ji bo avakirina aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi rastî jî girîng in."
 
* Tirkiye bi salan e li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan polîtîkaya tecrîdê dimeşîne, ne parêzer û ne jî malbat nikarin bi wî re bişêwirin û hevdîtinê bikin. Hûn vê mijarê çawa digirin dest û dinirxînin? 
 
Em her tim dibêjin ku ev tecrîd bi temamî derqanûnî ye. Ne li gorî hiqûqa navneteweyî û ne jî li gorî hiqûqa Tirkiyê ye. Ev şêweyekî îşkenceyê ye. Nedîtina malbata xwe, negihîştina hevdîtina bi parêzaran re ev hemû îşkence ye. Her kes dizane ku hevdîtina bi parêzeran re tê wateya nehiştina gavên hiqûqî. Dema ku ev tecrîd bi temamî li ser Birêz Ocalan tê meşandin, li ser girtiyên din jî tê meşandin û her ku diçe tecrîd kûrtir dibe. Bi vî awayî ji bo girtiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê jî weke modelekê hat sepandin. Lê ez difikirim ku ev nîşanek e ku Tirkiye fêm dike ku Ocalan çiqas girîng e û fikrên wî çiqas hêja ne. Ev fikir ji bo avakirina aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi rastî jî girîng in. Di qada navneteweyî de girîng e ku li her deverê civakek çêtir, adilane teşwîq bike.
 
* Dema ku em rola eşkere ya DYA û welatên Ewropayê ya di radeskirina Birêz Ocalan a ji bo Tirkiyeyê de bi bîr bînin, gelo ev bêdengî dikare weke “erêkirin” an jî piştgirî ji polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk re were binavkirin?
 
Tişta ku li vir xuya dike tirsa li hemberî temsîliyeta Ocalan e. Welatên Rojavayî ji bo berjewendiyên xwe naxwazin Tirkiyeyê xemgin bikin. Her wiha alternatîfa li hemberî kapîtalîzma lîberan jî pir ditirsin. Bi rastî Rojava bi dehan sal in bi kapîtalîzma lîberal hemû alternatîfan têk dibe û pergala fikrî ya alternatîf dixwaze pûç bike. 
 
* Ligel hemû binpêkirinên mafan, nepêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û berdewamiya hevkariya welatên Yekîtiya Ewropayê bi hikûmeta Tirkiyê re çawa pênase bikin?
 
Konseya Ewropayê ji Yektiya Ewropayê (YE) kevntir e her wiha YE jî girêdayî Konseya Ewropayê ye. Qada Konseya Ewropayê fireh e û Tirkiye jî dikeve vê qadê. Ji ber vê sedemê jî rêgezên gerdûnî yên DMME li Tirkiyeyê jî bê sêpandin. Divê qanûnên Tirk bêbandor bên hiştin. Her wiha ev rêgezên gerdûnî dahilî hiqûqa Tirkiyeyê jî hatiye kirin. Tişta ku divê bê kirin welatên ku sûcdar ji Konseya Ewropayê bê îhraçkirin. Heke bên îhraçkirin nikarin derbarê pêşeroja xwe de xwedî bi gotinê bin. Vê demê ev welat hikmê xwe dê winda bike. Lê belê Dadgeha Ewropayê dema biryar dide û ev welat jî vê biryarê neyîne cih ev rewş întîkalê Konseya Ewropayê tê kirin. 
 
Li vir tişta esasî piştre dê çi bê kirin û ev pêvajo dê çawa bimeşe. Dê mueyîdeyeke çawa pêk bînin. Ev pêvajo pir giran dimeşe. Ji xwe welatên ku naxwazin têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re xirab bikin û ji ber ku berjewendiyên wan bêtir li pêş in. Welatên Yekitiya Ewropayê jî rêxistineke wisa ye ku naxwazin têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re xirabikin. Berjewendiyên xwe li pêş digirin. Tişta li vir esasî ne tenê herskirina Tirkiyeyê ye û dixwazin Tirkiyeyê di nava NATO'yê de jî bihêlin. Ji ber ku bi Tirkiyeyê re gelek bazirganî hatin kirin. Hevkariya YE û Tirkiyeyê gelek zêde ne. Tirkiye rola xwe ya bi bandor diparêz e. Mijara koçberiyê girîng e. Ewropa naxwaze koçber bên û li Tirkiyeyê dihêlin.
 
Bi taybetî di nabera wan de peymaneke pir qirêj heye û naxwazin bi Tirkiyeyê re li hev kevin. Tirkiye ne welatekî Ewropayê ye û lê 20 sal in jî hewl dide ku bibe endam. Lê divê di rêgezên mafên mirovan de krîterên Kopenhagê bîne cih. Serê ewilî dema rakirina cezayê darvekirinê ya li hemberî Birêz Ocalan de pêşketinek pêk anîn lê piştre muzakereyên ji bo endamtiyê YE'ê piştguh kirin. Tirkiye hemû rêgezan binpê dike û di mijara mafên mirovan de her roja ku derbas dibe jî paşve diçe. YE, jî ji bo bi Tirkiyeyê re bixebite rê û rêbaza digere. Endam nîne lê gelek tiştan dike, heke bibe endam dê çi bike. 
 
"Lê belê niha parêzerên Birêz Ocalan bang li CPT'yê dikin ku peywira xwe bînin cih. Bi taybet dixwazin derbarê tendirustî û ewlehiya wî de bibin xwedî agahî û CPT di vî warî de jî peywira xwe bi cih bîne."
 
* Tevî ku CPT'yê serdana Îmraliyê kir jî û rapor ji Tirkiyeyê re şand jî nehat weşandin. CPT neeşkerekirina raporê jî di çarçoveya rêgez û zagonên xwe de digire dest. Tirkiye di heman demê de bi salan e li gor daxwazên CTP'yê jî tev nagere. Çima li dijî vêya CPT nakeve nava tevgerê ? 
 
CPT parçeyekî Konseya Ewropayê ye, wekî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi sepanên fîlî yê dikare li ser welêt pêk bîne sînordar e. Welatên endamên Konseya Ewropayê di mijara serdana cihên binçavkirinê de xwediyê mafên bêhempa ne. Lê belê rapora derbarê serdanê de biweşînin jî vê yekê encax bi dîtina firseta destûra dewletê û bersiva dewletê dikarin bikin. Rapora dawî ya derbarê Tirkiyeyê de hat weşandin aîdî sala 2019'an de ye. Yanî di navbera axaftinan de elbet CPT di gelek nîqaşan de bi rêya dîplomasiyê dixwaze daxwazên xwe bi awayekî fîîlî veguherîne rastiyê. Lê belê di warê neparvekirinê de bi israr in. Çimkî dema vêya bikin dikare gihaştina wan a girtîgehan bê astengkirin. Lê belê pêvajoyek wan heye. Wexta bi rastî jî welatek li gor daxwazên wan tev negere wê demê pêvajoya wan a ragihandain raporan a ji raya giştî re heye. Di sala 1992'yan û 1996'an de derbarê Tirkiyeyê de ji raya giştî re daxuyanî da. Bi giştî derbarê Tirkiyeyê de pêvajoyeke wiha dabûn destpêkirin. Dîsa di 2008'an de ji bo daxuyaniya ji raya giştî re pêvajoyeke wiha dan destpêkirin. Lê belê Tirkiye derket û li hemberî vêya bersiv da. Got ew ê Navenda Tevkifa Nû ava bikin û girtiyên din jî bînin vira. Piştre daxuyanî û pêvajoya dan sekinandin. Lê belê niha parêzerên Birêz Ocalan bang li CPT'yê dikin ku peywira xwe bînin cih. Bi taybet dixwazin derbarê tendirustî û ewlehiya wî de bibin xwedî agahî û CPT di vî warî de jî peywira xwe bi cih bîne. 
 
*Niha li gelek welatên li cîhanê ji bo azadiya Birêz Ocalan kampanya tên meşandin. Çima ev kampanya bi eleqeyeke mezin li cîhanê belav bû ?
 
Di dema êrişên li ser Kobanê de têkildarî kurd û serhildana kurdan ez bawer im ez bi tenê nebûm xwedî agahî. Elbet ev ne tenê dîtina têkoşîna kurdan a li dijî DAÎŞ'ê bû, di heman demê de ev dîtina avakirina tiştên bi hestên cuda û gelên cuda re bû. Hûn dizanin me tim qala afirandina cîhaneke cuda dikir û me dît van mirovana ev yek li herêma şer kirin. Vê yekê îlham da. Ji bo gelek mirovan bû îlhameke mezin. Piştre hûn pirsan dikin. Jêderka vêya fikra vêya ji ku tê ? Rojava vê yekê derdixe pêş. Mirov dipirsin û dibêjin em dikarin li dijî tecrîdê çi bikin. Kampanyayên ji bo berdana Mandela digirin ber çavan û yên nû diafirînin. 
 
"Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava jî bi armanca tunekirina binesaziya wir e. Di heman demê de dixwazin jiyanê li wir tune bikin. Li dijî van êrişana tevgera kurd ji bo cîhanê çareserî ye."
 
*Ji bo çareseriya meseleya kurd û tecrîdê rê û rêbaz çi ne ?
 
Ev pirseke mezin e. Divê em vê kampanyayê gelekî mezin bikin. Lê ev ne tenê meseleya tecrîdê ye, Birêz Ocalan dibêje çi û ev yek çawa ji me re dibe alîkar, em li ser vê yekê kûr dibin û hewl didin hîn bibin. Her wiha dema mirov li her welatî kampanyaya ji bo demokrasiyê didin meşandin ev jî girîng e. Hemû perçeyên têkoşîna heman in. Gişt piştgiriyê didin hevdu. Loma tiştekî zehmet e. Çimkî anîna gel hevdu ya girseyan zor e. Rêyeke vêya ya kurt tune ye. Çimkî ev rewş bi zanîna ka gelo çi tê serê gelê kurd û gelo ka çi diqewime, eleqedar e. Meseleya ne tenê êrişa li ser kurdan e. Kurd bi fikrên xwe û bi têkoşîna xwe re ji gelên dinê re dibin îlham. Divê em vê yekê nîşan bidin. Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava jî bi armanca tunekirina binesaziya wir e. Di heman demê de dixwazin jiyanê li wir tune bikin. Li dijî van êrişana tevgera kurd ji bo cîhanê çareserî ye. Gelê kurd şêwazeke jiyanê diafirînin. Ev yek gelekî îlhamê dide.