Ciwan di 2023'yan de li kolanan azadiyê qêriyan

  • 09:02 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li dijî polîtîkayên şerê taybet ji ku 2023’yan dikevin sala nû bi çalakî û bernameyên xwe wê azadiyê biqirînin û bi rêxistinbûn û mekanîzmayên têkoşînê berdewam dikin.
 
Desthilatdarî li Kurdistan û Tirkiyeyê bi zext, tundî û komkujiyan xwe heyî kiriye. Bi salane li hember Gelê Kurd polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û Gelê Kurd li dijî vê têdikoşe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî êrişan têdikoşe. Yek ji linge ku li dijî êrişan têdikoşe Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demorkasiyê (DEM Partî) ye. Rojeva esas a ciwanan tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û jin û ciwan bi çalakiyan diyar dikin ku vê pergalê qebûl nakin.
 
Ciwanan daxwaza azadiyê qêriyan
 
Ciwanên ku xwedî li hêza dînamîk a civakê ne îsal jî li dijî tecrîd, asîmîlasyon, sixurî, fuhuş hişbir, girtin, binçavkirin û her cure polîtîkayên şerê taybet sekinin. Tevî hemû zextan ciwanan diyar kirin ku divê di geşedanên siyasî, aborî, civakî û çandî de xwedî gotin bin. Ciwanan li kolanan li dijî polîtîkayên desthilatdariyê daxwazên azadî û demokrasiyê qêriyan.
 
Me çalakî û bernameyên salekê yên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê kom kirin.
 
Kampanya ‘Zincîra  Jiyanê’
 
* Di 6’ê Sibata 2022’yan de erdheja ku navenda wê Mereş bû û bandor li 11 bajara kir pêk hat. Meclîsa ciwanan  a DEM Partiyê di roja duyemîn a erdhejê de bi kampanya ‘Zincîra Jiyanê’ kampanya piştevaniyê ya bi erdhejzedeyan re da destpêkirin. Çarçoveya kampayayê de ciwan ji her derê Tirkiye  û Kurdistanê çûn herêmên erdhejê û piştevanî mezin kirin. Li Hatay, Semsur, Meletî û Mereşê bi zarokan re bername pêk anîn û parqek bi navê Ceylan Onkul û Ugur Kaymaz ava kirin.
 
Çalakî û bername
 
* Di navbera mehên Çile û Gulanê de civanan di xebatên hilbijartinan de cih girtin. Ciwanan çarçoveya xebatên hibijartinê de konferans, semîner, şolen, bibîranîn, rûniştin, seyran û gelekên din pêk anîn û hatin gel hev. Vê pêvajoyê de brenameyên 8’ê Adar, 21’ê Adarê Newroz, 1’ê Gulanê û bîranîna şehîdên meha Gulanê  pêk anîn. Ciwanên zanîngehê, ciwanên sosyalîst, şoreşger, demokrat bi hev re çalakî pêk anîn.
 
Li dijî polîtîkayên şerê taybet kampanya
 
* Di Hezîrana 2023’yan de ciwanan li dijî polîtîkayên şerê taybet kampanya ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’ dan destpêkirin. Çarçoveya kampanyayê de civîn, seyran, hevdîtin, turnuvayên futbol, voleybol û belavkirina belavokan hatin kirin. Çarçoveya kampanyayê de xebat hîna didomin.
 
Xebatên kongreyê
 
* Ciwanan 5’ê Tebaxê de biryara kongreyê girtin û 24’ê Kanûnê de bi dirûşma "Vejînek Ciwan" li Amedê kongre pêk anîn. Beriya kongreyê bi rojan li her derê ji bo kongreyê xebat hatin meşandin.
 
* Li Kadikoy a Stenbolê ciwan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Çi dibe bila bibe em ê berxwedana Îmraliyê li her derê mezin bikin" meşiyan.
 
* Di salvegera qetilkirina Jîna Emîn de jinên ciwan yên DEM Partiyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li kolanên Stenbolê meş pêk anîn.
 
* Li Stenbolê li dijî cenazeyên ciwanên kurd yên jiyan xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan di qutiyan de ji malbatên wan re hatibûn şandin bi dirûşmeya "Şehîd namirin" meşa protestoyî pêk hat.
 
* Li dijî tecrîdê li Taksîmê posterê Abdullah Ocalan hat daliqandin.
 
* Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hember Rojava ciwanan xebatên daliqandina pankarta "Li dijî kesên me tune dikin bijî berxwedana Rojava" meşandin û peyama wê li dijî polîtîkayên şer rawestin dan.
 
* Hem ciwanên Ewropayê, hem ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî polîtîkayên dewletê çalakiyên xwe didomîn. Kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî" ji aliyê ciwanan ve tê mezinkirin.
 
Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Edanur Îbrahîmoglu der barê têkoşîna dimeşînin de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Şerê taybet li ser hemû civakê heye’
 
Edanurê da zanîn ku desthilatdarî bi polîtîkayên şerê taybet berê xwe dide Gelê Kurd û ciwanan û hewl dide îdeolojiya xwe pêk bîne. Edanurê wiha dirêjî daye: “Hedefa esas a van polîtîkayan ev eku muxalîf bên çewisandin û bê bandor bên hiştin. Sedema evqas zêdebûna polîtîkayên şerê raybet, ji ber xeta têkoşîna me ye. Dewletvan êrişan li ser hemû kesî pêk tîne. Ji bilî Sunî û Tirkbûnê her kesî diçewisîne. Dewlet çawa duh yek dewlet yek al yek ziman parast îro jî heman tiştî dike.”
 
‘Em hêviyê rêxistin dikin’ 
 
Edayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi polîtîkayên şerê taybet nasnameya ciwanan hedef tê girtin û hewl tê dayîn ciwan bê bandor bên hiştin. Edanurê wiha anî ziman: “Em dizanin ku ciwan ji têkoşînê dûr bikevin wê civak zû bê desteserkirin. Di vî alî de dewlet polîtîkayên şerê taybet her tim di dewrê de dihêle. Em li dijî polîtîkayên şerê taybet hêviyê rêxistin dikin. Em li dijî êrîşên li hember nasnameya xwe têdikoşin. Hîmê siyaseta me ji virt ê. Îro em dizanin ku li her derê hişbir pir zêde tê bikaranîn. Jin her roj ber bi xizanî, tunebûn û întîxaran ve diçin. Em vê li her derê dibinin. Xizanî kronik bûye.”
 
‘Daxwaza desthilatdariyê eve ku pirsgirêkan giran bike’
 
Edanurê hevdîtinên butçeyê yên li meclîsê didomin bibîr xist û wiha bi lêv kir: “Ev 10 roje li meclîsê hevdîtinên butçeyê hene. Ji bo xizanî bidawî be butçeyek wezaretên berpirs heye? Na. Berovajî vê pirsgirêkê hîn bêtir giran dikin. Ji bo butçeya wezareta parastinê milyar tên veqetandin lê ji bo perwerde, spor, ciwanan û jinan tu tiştek tuneye.”
 
‘Têkoşîna me didome’
 
Edanurê wiha dawî lê anî: “Em tiştên li ciwanan tê ferzkirin qebûl nakin. Divê ciwan bibin kirdeya siyasetê. Divê li zanîngeh, taxan li her derê ku ciwan hene bikaribin derbarê jiyana xwe de biryaran bidin. Esasa  siyaseta em dikin ev e. Em rêxistibûnek bi hev re dikarin vê biser bixînin. Me kampanya 'Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’ bi armanca afirandiya hestiyariyê pêk anî. Kampanya me didome. Em ê xebatên xwe bidomînin.”