ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 27 Kanûn 2023
  • Rojev
 
*Endama Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Sarah Glynn diyar kir ku bêdengiya li hemberî tecrîdê tê wateya di navbera welatên Ewropayê de lihevkirinek pir qirêj heye. BI DÎMEN 
 
*Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li dijî polîtîkayên şerê taybet ji ku 2023’yan dikevin sala nû bi çalakî û bernameyên xwe wê azadiyê biqirînin û bi rêxistinbûn û mekanîzmayên têkoşînê berdewam dikin. PANORAMA 
 
*Piştî gelek bajaran malbatên girtiyan yên Mêrdînê jî diyar kirin ku wê Nobeta Edeletê bidin destpêkirin. Dayika Aştiyê Besna Gunay ku wiha got: “Bila tecrîda li ser serokatî û zarokên me bê rakirin. Bila her kes bê tevli Nobeta Edeletê bibin.” BI DÎMEN
 
* Komkujiya Roboskî 12 sal li pey xwe hişt, Halîme Encû ya ku kurê wê yê 17 salî di komkujiyê de hat qetilkirin got: “Li Roboskî jiyan ne wek berê ye. Heta kujer neyên darizandin, cezakirin û hesap neyê pirsîn em vê qetlîamê ji bîr nakin. Ez dayika 34 kesî me." BI DÎMEN
 
*TEDAŞ'ê li Semsûrê li herêmên AFAD lê tune ye ceyran qut kir. Ceyrana erdhejzedeyên di konteyniran de dimînin ên li Taxa Narlikuyuya yek ji vê herêmê ceyran hat qutkirin. Loma edhejzede ne dikarin xwe germ bikin ne jî dikarin nanê xwe çêbikin. DÎMEN HEYE