Êrîşên li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê hatin protestokirin

  • 21:04 26 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava li bajarê Kophenag a Danîmarkayê û bajarên Hannover û Saarbrucken a Almanyayê hatin protestokirin.
 
Bertekên li dijî êrîşên Tirkiyeyê  yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li bajarê Kophenag a Danîmarka û bajarên Hannover û Saarbrucken a Almanyayê êrîşên li hember Rojava hatin protestokirin.
 
Kophenag
 
Li qada Radhûîsplads ya bajarê Kophenag ê Danîmarkayê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava bi çalakiyekê hatin protestokirin. Di çalakiyên de danezan bi zimanê Îngilîzî û Danîmarkî hat xwendin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
 
Hannover
 
Li bajarê Hannover a Almanyayê jî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava bi mîtîngekê hat protestokirin.
Mîtîng bi pêşengiya PYD û Kongra Star a Hannoverê ve hat lidarxistin. Mîtînga li qada Trenê ya Navendî a Hannoverê hat lidarxistin de alên PYD, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di mîtîngê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
 
Di mîtîngê de li ser navê SMJ-E, PYD-Hannover, Meclîsa Jinan a Ronahî, Navenda Civaka Demokratîk a Kurda a Honnover û Zora Hildesheîm axaftin hatin kirin. Di axaftinan de li hemberî êrîşan bêdengiya raya giştî hate şermezarkirin û banga geşkirina têkoşînê hat kirin.
 
Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî “ bi dawî bû.
 
Saarbrucken 
 
Li bajarê Saarbrucken a Almanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Saarbrucken û Meclîsa Jinan ve êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava bi çalakiyekê hatin protestokirin. 
 
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava“ bi dawî bû.
 
Bonn
 
Li  qada Munsterplatz a bajarê Bonn a Almanyayê jî êrîş hatin protestokirin. Di çalakiyê de girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Di çalakiyê de êrîşên Tirkiyeyê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û banga piştevaniyê hat kirin. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava“ bi dawî bû.