Li Wanê jinek hat qetilkirin

  • 19:19 26 Kanûn 2023
  • Rojane
WAN - Li gundê Gosinê ya navçeya Elbaqê jina bi navê Çîgdem Genco ji aliyê cerdevanê ki pê re zewicî bû hat qetilkirin. 
 
Li gundê Gosinê ya navçeya Elbaqê ya Wanê jinek hat qetilkirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hat diyarkirin mu cerdevan Fatîh Genco jina bi navê Çîgdem Genco ya pê re zewicandi qetilkiriye û piştre întîxar kiriye. 
 
Hat zanîn ku cenazeyên Çîgdem û Fatîh ji bo otopsiyê anîne Saziya Tipa Edlî (ATK).