Ji ciwanên hatibûn binçavkirin Mîhrîcan Şorlî hat girtin

  • 18:54 26 Kanûn 2023
  • Rojane
AMED - Li Amedê piştî Kongreya Ciwanên DEM Partiyê şûnde ji 23 kesên hatibûn binçavkirin MîhrîbanŞorlî hat girtin û 22 kesên din hatin berdan.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya ‘Vejîne ciwan’di 24’ê Kanûnê de yekemîn kongreya xwe pêk anî û piştî kongreyê gelek ciwan bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê kirine’ hatibûn binçavkirin. Ji 23 kesên hatibûn binçavkirin Mîhrîban Şorlî hat girtin. 22 kes jî hatin berdan.