Nobeta Edeletê: Em ê biserkevin

  • 18:28 26 Kanûn 2023
  • Rojane
STENBOL- Çalakiya Nobeta Edeletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê xizmên girtiyan ve hat destpêkirin bê navber didome. Welatî ji bo piştgiriya malbat û çalakiyê diçin serdana Nobeta Edeletê û peyama wê teqez biserkevin didin.
 
Nobeta Edeletê ya li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Marmarayê (MATUHAYDER)  hat destpêkirin di roja 14’an de li avahiya DEM Partî ya Bagcilarê didome.
 
Malbatên girtiyan ku piştî girtî ketibûn greva birçîbûnê bi heman daxwazê Nobeta Edeletê dan destpêkirin û di biryara xwe de bi israrin. WElatiyên diçin serdana malbatan û piştgiriyê didin çalakiyê peyama ‘Em ê li dijî polîtîkayan têbikoşin. Wê têkoşîna me encamê bigire. Em ê teqez biserkevin’ dan.
 
Çalakiya nobetê bi klamên Kurdî yên dayikan û welatiyan didome.