Li Wanê Nobeda Edaletê: Bijî berxwedana zindanan

  • 15:56 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hatî destpêkirin li Wanê 22 roj in didome. Di nobeda îro de hat diyar kirin ku divê guhdariya daxwazên girtiyan bê kirin.
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn û Edenê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edealetê kirin.  
 
Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ve li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 22 rojin didome. Îro rêxistina DBP'ê ya Bêgirî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û parlamenterê berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Murat Sarisaç serdana çalakiyê kir. 
 
Murat, di serdanê de diyar kir ku di dîrokê de heta niha li hemberî polîtîkayên zilm û bêhiqûqiyê çalakiya greva birçîbûnê hebû û wiha bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan: "Îrol li gelek girtîgehan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên girtiyan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bidawîkirina tecrîda li hember Abdullah Ocalan e. Dewlet her tim bi şer bersivê dide kurdan lê cîhan jî dizane ku bi êrişan pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Îro aborî, demokrasî û azadiya gelan di bin tecrîdê de ne. Di sala 2013-2015'an de pêvajoya çareseriyê hatibû destpêkirin û her tişt baş diçû. Daxwaza me carek din vekirina rêya diyalog û muzakere ne. Ev tişt dê bidawikirina tecrîdê pêk bê. Em li cem malbatên girtiyan bin û em bang dikin guh bidin daxwazên wan."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam dike.