Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê didomin

  • 15:55 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Nobetên Edaletê yên Mêrsîn û Edeneyê de peyama bidawîkirina tecrîdê û mezinkirina piştevaniya bi girtiyan re hat dayin. 
 
Nobeta Edaletê ya li Wanê ya ji bo piştgiriya pêngava "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" û ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kir di roja 30'yî de dewam dike. Çalakiyên Nobetên Edaletê yên ji bo piştevaniya girevên birçîbûnê ji bo bidawîkirina zextan û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Mêrsîn û Edeneyê dest pê kirin didomin. 
 
Mêrsîn
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya ÇUKUORVA TUAY-DER'ê hatiye destpêkirin bi tevlîbûna Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi tevlîbûna gelek kesan dewam kir. Di çalakiya Nobeta Edaletê de dirûşmên "Bijî berxwedana li zindanan","Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Dayika girtiyan a di Nobeta Edaletê de cihê xwe digire Kadriye Oguz banga mezinkirina piştevaniyê kir û got:"Zarokên me li dijî zextan ji bo Serokatî dest bi grevên birçîbûnê kirin. Çeka wan bedena wan e. Ez têkoşîna wan pîroz dikim."
 
Edene
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya AATUHAY-DER'ê di roja 23'yan de ye. Di çalakiya nobetê de pankartên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye", "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin em ji bo aştiya demokratîk bibin dengê zindanan" hatin vekirin. Çalakiya nobetê bi serdanan didome.