Rêveberiya Xweser bîlançoya êrişan eşkere kir

  • 15:30 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn dewleta Tirk 25’ê Kanûnê 40 caran êriş pêk anîne, 8 welatî jiyana xwe ji dest dan û 18 welatî jî birîndar bûne. Rêveberiyê diyar kir ku 2 hezar û 200 gund û bajar di tariyê de hatine hiştin.
 
Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk encamên êrişên dewleta Tirk ên ku 25’ê Kanûnê ya li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, eşkere kirin. 
 
Li gorî bîlançoya ku di malpera fermi ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye weşandin, artêşa Tirk bi 7 balafirên şer û 33 balafirên bê mirov û biçek li dijî herêmê 40 êriş pêk anîne.
 
Di bîlançoyê de têkildarî êrişan ev agahî hatin parvekirin:
 
Li Qamişloyê dijî stasyona Sadkobê ya li taxa Cirnik, depoya madeyên xwarinê, kargehek li taxa Eleya, 2 şîrketên avakirinê, çapxaneya Sîmav, Nexweşxaneya Korona, nexweşxane, stasyona kehrebeyê, depoya êm, nexweşxaneya şûştina gurçikan, kargeha oksîjenê, devera li paş goristana şehîdan, depoya sîramîkê ya li nêzî çerxerêya pevguhastinê, stasyona sotemeniyê ya cotkaran, garaca Ezîz, depoya çîmento, gundê Um Fursan, sahrîcek mazotê ya vaal li taxa Eleya, sûka pêncşemê ya li taxa Eleya, depoya li nêzî nexweşxaneya Koronayê, kargeha Berfîn a çêkirina madeyên paqijiyê û stasyona sotemeniyê ya Botan, 31 êriş pêk hatin.
 
Li navçeya Amûdê 3 êriş li dijî hola dawatan a Kerem, depoya genim û depoya zeytûnan pêk hatin.
 
Li Kobanê garaca erebeyan, nexweşxaneya Meştenûr a ku Rêxistina Bijîşk Sînornenas a navneteweyî piştgiriya wê dike, şîrketek, kargeheke mirîşkan li ser rêya gundê Termîk, mazrea li ser rêya Heleb, garacek ji bo sererastkirina erebeyan, şîrketa avahiya ya Ehmed Temer bi 6 êrişan hatin hedefgirtin.
 
200 gund di tariyê de man 
 
Di encama êrişan de zêdetirî 2 hezar û 600 gund û bajar di tariyê de ne. Balafirên dewleta Tirk stasyonên kehrebeyê yên li Qamişloyê, Dêrik û Dirbêsiyê bombebaran kirin.
 
Hemwextî êrişan, çeteyên dewleta Tirk gundê Dendeniye yê bakur rojavayê Minbicê bi çekên giran û hawanan ji baregeha leşkerî ya li gundê El Şêx Nasir topbaran kirin. Ruxmî ku gundê Dendeniye tije şênî ne. Di encama êrişan de 8 welatî jiyana xwe ji dest dan û di nav de 2 jin hene. Her wiha 18 welatî birîndar bûn. Di nav wan de jin û zarok hene.
 
8 welatî jiyana xwe ji dest dan
 
Navên 8 welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane ev in: Bêrîvan Mihemed, Aye El Sebawî, Ferhan Xelef, Riyad Hemo, Ferhan Temê, Rênas Hisên, Hisên Ehmed, Faris El Faris.
 
Li gor Nivîsgeha Kar û Barên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîd Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed û Riyad Hemo di êrişa li ser çapxaneya Sîmav de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Rênas Hemîd Hisên di êrişa li ser kargeha êm a El Cezîre, Ferhan Temê di êrişa li ser kargehekê li taxa Eleya, Aye El Sebawî di topbarana li ser aşxaneya gundê Um El Fursan ê Qamişloyê û Faris El Faris di topbarana li ser bajarê Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di êrişan de 18 welatî birîndar bûn ku niha li nexweşxaneyên herêmê tên dermankirin.
 
Ji 23`yê Kanûnê ve dewleta Tirk êrişên li dijî herêmê zêde kirin. Di wan êrişan de bi balafirên şer û yên bêmirov û bi çekên giran binesaziya herêmê, navendên stratejîk, sivîl û tenduristiyê ya herêmê bombebaran kirin.