Li gelek bajaran li dijî êrişên li ser Rojava daxuyanî hatin dayin

  • 15:16 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Wan, Sêrt û Mûşê êrişên TSK'ê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û gotin:"Dewleta tirk sûcê şer dike." Her wiha jinan gotin ew ê li her qada aştiyê ava bikin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) êrişên artêşa tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê hat şermezarkirin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrastiyê (DEM Parti) ya Wanê li ber avahiya xwe daxayaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Polîsan êrişî girseya ku xwest daxuyaniyê li derve bike, kirin. Li ser vê yekê girseyê daxuyanî li ber avahiya partiyê li dar xist. 
 
'Bi şer re nayê meşandin'
 
Hevseroka DEM'ê ya bajêr Gonul Uzunay axivî û got gelê kurd her tim bi ziman û nasnameya xwe têdikoşe. Gonulê da zanîn îktidara AKP'ê êrişî destkeftiyên gelê kurd dike û wiha got:"Dewleta tirk êrişeke giran bir ser Rojava. Bi êrişa li ser Nexweşxaneya Heyva Sor 7 sîvîlî jiyana xwe ji dest da. Rojava ev 10 sal in li hemberî DAÎŞ'ê li berxwe dide. Dewleta tirk polîtîkayên xwe yên şer didomîne û dibe sedema komkujiyan. Em wekî partiya DEM'ê dîsa tînin ziman ku şer ne çareseriya pirsgirêkan e. Bi şer re nayê meşandin. Em li dijî şer têkoşînekê didin meşandin. Heta aştî û demokrasî pêk were jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê dewletên navneteweyî van êrişana bibînin. Divê li hemberî şer bisekinin. Şer tim dide windakirin. Aştî û hevgirtin dide qezenckirin. Dewleta tirk dixwaze dengê aştiyê tune bike lê em ê dengê aştiyê bilind bikin. "
 
Mûş
 
Bi pêşengiya rêveberiya DEM'ê ya Mûşê êrişên li dijî Rojava hatin şermezarkirin. Gelek kes tevlî daxuyaniya li ber avahiya partiyê hat lidarxistin bûn. 
 
'Cihên sîvîlan bi zaneyî tên bombekirin'
 
Aktivîsta TJA'yê Çiçek Tutuş, da zanîn îktidara AKP-MHP'ê her diçe şer kûr dike û polîtîkayên şer didomîne û got:"Dewleta tirk sûcê şer dike. Rojava ji nû de bombebaran kirin. Cihên sîvîlan bi zaneyî tên bombekirin. Rafîneyên petrolê û ambarên ceh bombebaran dikin. Her qadên jiyanê bi giranî bombebaran dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” û bi çepikan bi dawî bû. 
 
Sêrt
 
Rêxistina DEM Partiyê li ber avahiya xwe xwest daxuyaniya çapemeniyê bide. TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û hevşaredara Sêrtê ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, Bêrîvan Helen Işik, rêxistinên DEM Partiyê, Rêxistinên DBP'ê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Polîsan avahî dorpêç kirin û xwestin daxuyaniyê asteng bikin. 
 
Girseyê li ser vê yekê di avahiyê de çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşmên "Gelê Rojava ne bi tenê ye","Zext nikare me biçewisîne" hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekin diyar kir ku tenê ji partiya wan re qedexe heye.