RJAK: Li dijî êrişan em bibin yek

  • 14:25 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan (RJAK) li ser êrişên dewleta tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê got, her dema artêşa tirk li çiyayên Kurdistanê derbên giran dixwe, êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir dike.
 
RJAK’ê têkildarî êrişên du rojên borî yên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî parve kir.
 
Di daxuyaniyê hat gotin ku dewleta tirk ji şeva 23’yê Kanûnê ve di êrişên xwe yên li ser Rojava de navendên xizmetguzariyê hedef girtiye û di encama wan êrişande gelek sivîl şehîd û birîndar bûne.
 
RJAK’ê diyar kir, her dema ku artêşa tirk li çiyayên Kurdistanê derbên giran dixwe, êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî zêdetir dike.
 
Di beşek din a daxuyaniya RJAK’ê de tê gotin; “Dewleta tirk a dagirker gelek caran gefa dagirkirina Rojavayê Kurdistanê xwariye. Ev jî wê yekê nîşan dide ku dewleta faşîst a Tirk pêşketin û destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê, sîstema konfederalîzma demokratîk a li bakur û rojhilatê Suriyeyê ku gelê Kurd û hemû gelên din ên herêmê avakiriye, li ser xwe metirsî dibîne. Ji vê zêdetir ti şiroveyek din a van hewldanên dagirkeriyê yên dewleta tirk nîne.”
 
Di dawiyê de jî RJAK’ê bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî yên li Kurdistan û dervey Kurdistanê kir ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê eniyek yekgirtî ava kin û pêşî li hewldanên êrişên dewleta tirk bigirin.