MSD’ê li dijî êrişan banga helwesteke yekbûyî kir

  • 12:55 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MSD`ê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk sûcên şer û sûcên dermirovî ne û bang li hêzên sûriyeyî kir ku li hember êrişan helwesteke yekbûyî bidin.
 
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Ev 3 roj e dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê, stasyonên kehrebeyê, zeviyên petrolê, nexweşxane, şîrketên pêşxistina çandiniyê û heta çapxane jî, bombebaran dike û di encamê de welatiyên di wan saziyan de kar dikin, şehîd bûn.
 
Êriş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî ewlehiya herêmê û tirsandina welatiyan û domandina siyasetên koçberkirinê û guhertina demografiyê şermezar dikin. Em bang li civata navneteweyî, NY û desteyên wê dikin êrişê şermezar bikin û hesabê ji Tirkiyeyê bipirsin. Rê li pêşiya destwerdana wê ya li dijî qanûnên navneteweyî bigirin.
 
Divê fişarê lê bikin, ji bo ku rêzê ji serdestiya Sûriyeyê û cîrantiyê re bigire. Em bang li DYA û Rûsyayê dikin ku di parastin û pêkanîna qanûnên navneteweyî û mirovî de rola xwe bilîzin. Divê di vê pêvajoya hesas de, li hember tima û provokasyonên Tirkiyeyê, bi awayekî cidî tev bigerin.
 
Li hember van êrişan, yekitî pêwîst e û ew rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê û pêkanîna çareseriya demokratîk ber bi avakirina Sûriyeya nenavendî ya pirreng ve ye. Êriş sûcên şer û sûcên dermirovî ne û em bang li hêzên sûriyeyî dikin ku li hember êrişan helwesteke yekbûyî bidin."