Xelkê Qamişloyê dikanên xwe venekirin

  • 12:38 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sûka Qamişloyê ji bo bîranîna 8 kesên di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan nehate vekirin. Ji bo 8 kesan wê îro merasîmek bê lidarxistin.
 
Di êrişên dewleta Tirk de 25’ê Kanûna 2023’an li Qamişloyê 8 kes jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên 8 kesan wê îro bi merasîmek girseyî bêne veşartin.
 
Bi wesîleya merasîmê û bîranîna 8 kesan, her wiha bi armanca şermezarkirina êrişên hovane, hema bêje tevahiya sûka bajarê Qamişlo hate girtin.
 
Dikandaran dikanên xwe venekirin. Gel jî berê xwe dide Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan ku wê merasîm bê lidarxistin.