Li 32 bajaran bi sedan kes hatin binçavkirin

  • 12:33 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di serî de li Enqere, Stenbol û Îzmîrê li 32 bajaran bi sedan kes hatin binçavkirin ku rêveberên DEM Partiyê jî di nav de ne.
 
Di serî de Enqere, Stenbol, Tekîrdag, Dîlok, Bûrsa û Îzmîrê li 32 bajaran di serdegirtina malan de tevî rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bi sedan kes hatin binçavkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de têkildarî 17 kesan bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" biryara binçavkirinê hate dayin. Li navçeyên Ataşehîr, Avcilar, Bagcilar, Bakirkoy, Başakşehîr, Esenyûrt, Esenler, Gungoren, Kuçukçekmece, Sûltangazî û Sîlîvriyê di serdegirtina malan de tevî rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Esenyûrt û Başakşehîrê 11 kes hatin binçavkirin.
 
Li Tekîrdag, Bûrsa, Çanakkale û Kocaeliyê avêtin ser gelek malan. Hate ragihandin ku li Tekîrdagê 9 kes hatin binçavkirin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî têkildarî 20 kesan bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" biryara binçavkirinê da. Di serdegirtina malê de Mûrat Çoban hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.
 
Li navçeya Şahînbey a Dîlokê li taxa Dûmlûpinarê serê sibehê di serdegirtina malê de Fatma Vesek hate binçavkirin. Fatma Vesek birin Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê.
 
Li Îzmîrê serê sibehê di serdegirtina gelek malan de 4 kes hatin binçavkirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan, Hevserokên Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Mirovên Xizmên xwe Winda kirine ya Anatoliyê (ANYAKAYDER) Rahîme Tûran û Mîkaîl Atan, rêvebera komeleyê Zarîfe Sûngûr hatin binçavkirin.
 
Sedema binçavkirinê nehate hînbûn, lê belê her çar kes piştî kontrolên tenduristiyê birin Midûriyeta Emniyetê ya bajarê Îzmîrê.
 
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û ragihand ku li 32 bajaran di serdegirtina malan de 208 kes hatine binçavkirin.