Sazî û tevgerên çand û hunerê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 12:02 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û tevgerîn çand û hunerê yên herêma Cizîrê, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar kirin.
 
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk daxuyaniyek ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê (YRHC), Yekitiya Jinên Ermenî, Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê, Hevrêziya Wêjeyê Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Encûmena Civakî ya Ermeniyan, Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûrya, Tîma Skêçên Şanogeriyê, Mala Çandê ya Hesekê, Melbenda Çandî ya Sûrî, Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê, Mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrê, Komeleya Çandî ya Suryaniyan û Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê hat dayîn.
 
Daxuyanî li baxçeyê xwendinê yê li bajarê Qamişloyê bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
“Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşên dewleta tirk a dagirker tên, bi taybet sivîl û binesaziyên herêmê hedef digire.
 
Di encama bombebarankirina hovane de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan zarok, jin, kal û pîr birîndar bûne.
 
Dewleta tirk a dagirker li derdora zindana E’laya ya ku girtiyên terorîst ên DAÎŞ’ê tê de ne armanc girt, da ku dîwarên zindanê ji endamên wê rêxistinê re veke û ewlehî û aştiya sivîlan bikeve bin gef û metirsiyê de.
 
Em weke yekitiyên rewşenbîr û hunermendan, komele û yekitiyên wêjeyî, civakî û olî yên ku ev daxuyanî îmze kirine, van êrîş û gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin û ji herêmên navnetewî re dibêjin bi erk û berpirsiyarên xwe rabin, dijminahiya hovane ya li ser herêm û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin û sivîlan ji terora domdar a Tirkiyeyê rizgar bikin.”