KNK: Xwedî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin

  • 10:46 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêvebir a KNK’ê bang li saziyên navneteweyî û gelên cîhanê kir ku bi awayekî tund li hember êrişên dewleta Tirk rawestin û banga xwedîderketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
 
Konseya Rêvebir a Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand. KNK’ê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir û banga xwedîderketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
 
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:
 
“Dewleta Tirk bi hemû cureyên çekan, li Rojava êrişî nexweşxanan, dibistanan, mizgeftan, kargehên xizmetê, depoyên genim, îstasyonên petrolê, santralên elektrîkê û binesaziyên xizmetê dike. Sivîlan û gelê herêmê dike hedef.
 
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîste bêne rawestandin û şermezarkirin. Di van rojên ku hemû cihan bi pîrozkirina Cejna Noelê mijûl e dewleta Tirk careke din bi balafirên şer, dronan, top û balafirên bêmirov, şerekî topyekûn êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
 
Armanc û hedefên êrişên dewleta dagirker ji Kobanê heta Tirbespiyê, tevahiya Rojavayê Kurdistanê ye. Hemû binesaziyên xizmetguzarî, aborî, sotemenî û civaka sivîl dikin hedef. Di êrişan de hejmarek mezin sivîlan canê xwe ji dest dane û hejmareke mezin jî birîndar hene. Di van êrişan de stasyona trênê ya li Qamisloyê, terzîxane, çapxane, şirketên malzemeyên avahiyan û kargeh têne armanckirin.
 
Em baş dizanin mebest û armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker hilweşandina civaka Rojavayê Kurdistanê ye, têkbirina avakirina civaka sivîl e û dagirkirina herêmê ye. Ev êriş bi hemû şêwazên xwe li dijî hiqûq û peymanên navneteweyî ne û bi tu awayî nayên qebûlkirin. Rexmî vê jî di serî de Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, sazî û dewlet li hemberî van êrişên dewleta dagirker bêdeng e. Di asta navneteweyî de jî bêdengiyek heye û heta niha helwestek derneketiye holê. Cihana ku li hemberî êrişê li Xezeyê bi hemû rengî dengê xwe bilind dike, mixabin li hemberî êrişên dewleta Tirk bê deng e. Bêdengî û bêhelwest mayîn ya NY, Konseya Ewropayê, NATO, Koalîsyona Navneteweyî û saziyên parastina mafên mirovan dikin, bi tu şêweyî nayê qebûlkirin û ev bêdengî cihê şermezariyê ye.
 
Bangewaziya Kongra Neteweyî ya Kurdistanê ji bo saziyên navneteweyî û gelê Kurdistanê ku bi awayekî tund li hemberî êrişên dewleta Tirk rawestin û dawî li bêdengiyê bînin. Pêwîst e gelê Kurdistanê li her çar parçeyan û seranserê cihanê xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin û berxwedaneke dîrokî pêş bixin. KNK bangewazîyê li koalîsyona navdewletî û NY’ê dike ku demildest bi erka xwe rabe û pêşî li hemberî êrişên dewleta dagirker bigirin.”