Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin

  • 10:19 26 Kanûn 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di encama serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de hevserokên ANYAKAYDER’ê jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de polîsan li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan, Hevserokên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER) Rahîme Turan û Mîkaîl Atan û rêvebera komeleya Zarîfe Sungur hatin binçavkirin. 
 
Sedema binçavkirinan nehat zanîn û hat ragihandin ku binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê, ji Çankayayê derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê hatin kirin.