‘Herî zêde êrîşî mafên jinan ê jiyanê tê kirin’

  • 09:02 26 Kanûn 2023
  • Hiqûq
 
Pelşîn Çetînkaya
 
RIHA - Parêzer Fazîlet Taştan, diyar kir ku têkoşîna li dijî polîtîkaya bêcezahiştinê ya di bûyerên tundiyê de girîng e û got, "Divê qanûn bi bandor bên bicihanîn û jin li dijî tundiyê xwe rêxisitn bikin."
 
Êrîşên li ser jiyan û mafên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî bi hikûmeta AKP’ê re zêde bûne. Di vê pêvajoyê de AKP’a ku polîtîkaya xwe li ser  “nasnameya jinê ya maqûl û meqbûl” ava kiriye, di serî de Peymana Stenbolê hemû dstkeftiyên jinê desteser dike û bi rêya darazê vê armanca xwe bi bêcezahiştinê pêk tîne. Parêzer Fazîlet Taştan, têkildarî polîtîkaya bêcezahiştinê ku ji bo tundiya li ser jin û zarokan tê meşandin nirxand.
 
'Bi polîtîkaya bêcezahiştinê re êrîş zêde dibin'
 
Fazîletê, diyar kir ku bûyerên tundiyê roj bi roj zêde dibin û got ku sedema bingehîn a vê polîtîkaya bêcezakirinê ye. Fazîletê da zanîn ku di çarçoveya polîtîkaya bêcezahiştinê de lêpirsîneke bi bandor û tedbîrên parastin û pêşîlêgirtina li tundiyê kêm in û got, ew dibînin ku baweriya jinan bi darazê nemaye. Faziletê wiha dewam kir, "Mixabin di gelek doz û dosyayan de me dît ku lêkolînên bi bandor nehatine kirin, bi taybetî jî di derbarê tundiya li ser jinan de, di dozên sûcên zayendî û xwekuştinê de jî  doz bi beraetê bi encam bûne." Fazîletê destnîşan kir ku di dosyeyên van dozan de tu biryarên parastina jinan tune ne û wiha got: "Em tenê biryarên ku ji bo demeke kurt parastina jinê û piştre jî tenêhiştin û îzolekirina wê dibînin di van dosyayan de."  
 
'Herî zêde li mafê jiyanê yê jinê mudaxele heye' 
 
Fazîletê da zanîn ku di bûyerên tundiyê de pêkanînên baviksalar û feodal her tim li dijî jinan  di meriyetê de ne û wiha got: “Em dibêjin qirkirina jinan polîtîk e. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, teqez divê daxistina ceza ya ji ber rewşa baş û hwk. neyê kirin.  Divê darizandinên adiltir bên kirin. Ji ber ku tişta divê di serî de bê parastin  mafê jiyanê ye û em dibînin ku  herî zêde  mafê jiyanê yê jinan mudxele heye."
 
'Divê nûnertiya jinan zêde bibe'
 
Fazîletê diyar kir ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê Peymana Stenbolê, Peymana Têkoşîna li Dijî Cêhwaziya li Dijî Jinê (CEDAW) û qanûna bi hejmara 6284’an li dijî êrîşên li ser jiyan, vîn û keda jinan bi awayekî bi bandor bê pêkanîn." Fazîletê anî ziman ku hilbijartinên herêmî nêz dibin û di vê pêvajoyê de rêxistinbûna jinan di qadên taybet de gelekî girîng e û divê nûnertiya jinan zêde bibe û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gelek berpirsyarî dikeve ser milê sazî, rêxistin û komeleyên jinan.