Doza Kobanê: Em bi temamî li dijî şer in

  • 21:59 25 Kanûn 2023
  • Rojane
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hemû partî di çareseriya pirsgirêka kurd de alî ne û ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê tecrîd bê bidawîkirin. Demîrtaş, wiha got: “Ocalan, aliyê muzakereyê ye. Muxatabê rewa yê gelê kurd e ku daxwazên polîtîk temsîl dike. Aktorê herî bibandor e.” 
 
Danişîna Doza Kobanê bi parastina Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş berdewam dike. Demîrtaş, bal kişand ser gotina Suleyman Soylu yê AKP’î ku ji Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik re digot; “Şerê çi, ev têkoşîna li dijî terorê ye” bi bîr xist. Demîrtaş, ev tişt anî ziman: “Navê vê şer e şer. Heke ev şer nebe, ez ê hiqûqa navxweyî bi bîr bixim. Di qanûna rayeyê ya TSK’ê de hatiye diyarkirin bê ka operasyon çawa tên kirin. Di operasyonê de banga ‘teslîm bibe’ tê kirin. Heke bi çekê bersiva vê bangê were dayîn, ewlehiya herêmê tê kontrolkirin û ev yek di qanûnê de hene. Li gorî qanûnan wiha tê kirin. Heke tevî vê yekê jî biisrar bê domandin, ji bo sax were girtin, operasyon tê kirin. Heke pêwîst bike, bêyî ku xelkê sivîl bixin talûkeyê tên bêbandorkirin.” 
 
Em bi temamî li dijî şer in
 
Selahattin, da zanîn ku di êrişên bi ÎHA û SÎHA’yan tên kirin de banga “teslîm bibe” nayê kirin û wiha pê de çû: “Yekser girêdayî Peymana Cinevê ye. Soylu, ma tu vê nizanî? Navê vê hiqûqa şer e. Divê bi hiqûqa şer bê kirin. Divê her kes pê bike û ji vê re dibêjin hiqûqa şer. Em bi temamî li dijî şer in. Heke ev pevçûn hebin, navê vê şer e û divê her kes li gorî hiqûqa şer tevbigere. Peywira me ya herî birûmet ew e ku em dawî li şer û pevçûnan bînin. 
 
Dema hûn biryara şer didin, gelo ma zarokên we li Xakûrkê û Zapê nobedê digirin?
 
Yên ku îro parlamenterên me sûcdar dikin, gelo ji bo aştiya welêt tenê yek deqeya xwe veqetandine? Heta neynûkên xwe jî feda nekirine. Kêmek ne di nav de parlamenterên Partiya Îyî, MHP û AKP’ê, gelemperiya wan karsazên mezin in. Razemeniyên mezin dikin. Li çewligên luks rûdinin. Gelek wesayîtên wan ên luks hene. Dema hûn biryara şer didin, gelo ma zarokên we li Xakûrkê û Zapê nobedê digirin? Dê hadê zarokên xwe bişînin wê derê. Zarokên xwe bişînin em ê wê demê bibînin bê ka hûn dê wiha ji bo şer qare qarê bikin? Dilê me di şewite. Min gelek caran got. 12 leşkerên duh hatin binaxkirin birayên min in. Zarokên herî xizan ên vî gelî ne. Xwezî me aştî pêk bianiya û ew jî niha sax bûna. Berpirsyartî li stûyê me ye. Em ji hêla exlaqî ve xwe berpirsyar dibînin. Em vê yekê qebûl nakin. 
 
Ev gotin 50 sal in tên kirin
 
Nûnerên me yên niha li vê eywanê ji bo aştiyê li parlamentoyê çi hewce bike amade ne ku bikin. Her kesê devê xwe vedike qala komkujiyê û gotina ‘heta terorîstê dawiyê dimîne dê bidome’ dike. Ev 50 sal in ev gotin tên kirin. Xizmekî şehîdan duh diqîriya û digot êdî bes e. Mafdar e, êdî bes e. Ma ev êdî kê dixapînin. Hem dê sedema mirina van ciwanan ew bin hem jî bêyî ku şerm bikin dê ji van mirinan DEM Partiyê sûcdar bibînin. Berpirsyar hûn in. Yên ku wan dişînin operasyonan hûn in. DEM Partî ev bi roja ye çi pêşniyar dike? Dibêje; ‘zarokên 20 salî ji bo mirinê neşînin çiyê.’ Li qadan diqîre û dibêje; ‘çareserî hêsan e, rêyeke hêsan heye, rêyeke birûmet a mesrefa wê pir kêm heye.’ Lê polîs bi gazê, bi copan bersivê didin û wan digirin. 
 
min niha seqet e, kursiya biteker bi kar tîne, nikare bê girtîgehê, di rêyên girtîgehê de qeza kir. Ma çi ma ku we bi serê me ne anî? Em dibêjin çi, her hevalê/a me ya piştî 7 salan mafê axaftinê girtî qala aştiyê dike. Gelo kesên dibêjin ‘ên vê dibêjin terorîst in, em ê wan bieciqînin, wan tune bikin’ welatperwer in? Em durûtiyeke wiha qebûl nakin. Hemû axaftinên xwe yên di parastinên min de cih digirin, bi sala ye em diparêzin. Li ser navê partiyê me ev parastibûn. Me çareserî parastiye. 
 
Ev yek, delîla herî şênber a pêşdaraziya we ye
 
We ji dema cezayê hûn îdia dikin dirêjtir em di girtîgehê de girtin. Hêj darizandin xelas nebûyî we biryar da ku em endamên rêxistinê ne. Ez li girtîgehê dibihîzim, nahêlin em peywendiyan bi tu kesî re deynin lê em dibihîsin. Kesên we ji cemaetê darizandin û 6 sal û sê meh ceza lê birî, 2 sal berê cezayê xwe qedandin û tehliye bûn. Ji endamtiya rêxistinê cezayê xwe qedandin lê em ev 7 sal in girtî ne. We, hêj di destpêka darizandinê de temamiya kesên li vir weke endamên rêxistinê qebûl kir. Divê hûn niha ji endamtiya rêxistinê ceza bidin me ku salên em di hundir de mane pêşwazî bike. Beriya darizandinê, we bi awayeke fiîlî em weke endamên rêxistinê ragihandin. Ev yek nîşan dide ku we bi eşkereyî dengê xwe daye. Ev yek, delîla herî şênber a pêşdaraziya we ye. Girtina 7 salan; li gorî qanûnan jî nikarin 7 salan derbas bikin. Ji bo Gultan xanimê, ji bo Sebahat xanimê we got; ‘dosyayên yekkirî.’ Dosyaya yekkirî bikin yek dosya. Ez qala hiqûqeke hêsan dikim. Lê tevî xalên eşkere yên qanûnê jî we bi rehetî 7 sal derbas kirin. Hûn jî teqlîda dadgertiyê dikin. Em vê qebûl nakin. We di nava van 7 salan de bi hezaran derhiqûqtî îmze kirin. Ez ê encamên van ên civakî jî vebêjim. Qaşo di bin nava cezakirina me de we rê li ber karesateke civakî ya çawa vekiriye ez ê qala wê jî bikim. 
 
Gelo dilê we rehet e ku we ewqas xerabî kirine
 
Endamê AYM’ê jî di nav de, tevahiya kesên xwedî cube yên di darazê de we nirxên mirovî binpê kirin. We delîlên sexte xistin nav dosyayê, we em sûcdar destnîşan kir, we şahidên derewîn lê zêde kirin û we ev bi zanebûn kir. Her roja ku hûn ji vê eywanê derdikevin û diçin zarokên xwe hembêz dikin, gelo hûn çi difikirîn ez mereq dikim. Gelo dilê we rehet e ku we ewqas xerabî kirine û ji nirxên mirovbûnê dûr ketine? Yên ku li meydanan em sûcdar dikirin û dirûşmên îdamê berz dikirin, nesîbê xwe ji mirovbûnê negirtine û bêwijdan in. Lê wijdana me rehet e, em piştrast in ku tu sûcê me nîne û em nûnertiya nirxên exlaqî yên herî mezin û rûmetê dikin. Tiştên we kirin em mezintir kirin. 
 
Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de em jî dikarin gelek tiştan bikin. Em amade ne ku di vê mijarê de tişta ji dest tê bikin. Armanca me, jiyaneke wekhev e. Ez ji kesên min tune dihesibînin, yên hewl didin min tune bikin û bi derew û kompasan tesfiye bikin re wiha dibêjim; ez dostê her kesê demokrasî û aştiyê diparêzin im. Ez ê tu kesên vê qebûl nakin nas nekim. 
 
Di Doza Kobanê de gelek kes hatin mexdûrkirin
 
Di Doza Kobanê de gelek kes hatin mexdûrkirin. Ji bo domandina vê dozê, neteweperestên tirk bi dehmilyonan kes neçarî birçîtî, xizanî û fihûşê kirin. Ciwanên gihaştî sirgûnî derveyî welat kirin. Jinên ciwan ji bo bi rêya hêsan pereyan qezenc bikin, li ser hesabên medyaya dijîtal bedena xwe difiroşin û pêşkeş dikin. Fenomenên medyaya dijîtal bi rêya navendên bedewbûnê û fonên Fatîh Terîm pereyê nefermî rewa kirin û dewlemend bûn. Bala xwe bidin ser, temamiya kesên pere razandin fona Fatîh Terîm neteweperestên tirk in. Li ber kamerayan qala esaleta miletê tirk û mezinahiya reîs dikin lê çiqas tefecîtî ya ku zirarê dide pereyê welat hebin kirine. 
 
Li holê dewlet nema ye
 
Reîsê wan dibêje; ‘faîz heram e, nas heye.’ Kesên dema ev gotin dihat kirin heta destên wan teqiyayîn çepik lê dixistin, şerm nakin ku pereyê xwe bidin faîzê. Ji ber neteweperwerên sexte ne. Ji ber ku îslamperestên sexte ne. Yên ku bi fonên Fatîh Terîm milyon dolar qezenc kirin, yên pereyê fermî fermî kirin, karîkatûrên mafyatîk ên bi nelirêtiyan dewlemend bûn tevek jî ji ber girtina me keyfxweş in û çepikan lê didin. Sedem çi ye, ji ber ku divê ev pergal bidome da ku bikarin serwetên xwe mezin bikin. Ji bo ku ax û kevirên vî welatî bikarin qetariyan. Tişta ku neteweperestên tirk jê re dibêjin beka ev e. Anku bekaya serveta wan a qirêjî ye. Heqareta ku tiryakfiroş û kujerekî mafyaya sexte li polîsekî tirk kirî bi qasî misqalê ser guhê wan ve nîne. Hema bes bila kurd di girtîgehê de bin û qeyûm bên tayînkirin, besî wan e. Vaye şandeya we bûye sedema vê. We bi biryarên xwe yên derhiqûqî civakek û dewletek hilweşand. Hûn dikarin bi berhema xwe serfiraz bin. Lê ji kerema xwe me bi tawanbariya hilweşandina dewlet, destûra bingehîn û hikûmetê sûcdar nekin. Ji ber ku ev we bi xwe kiriye. Li holê dewlet û makeqanûneke ku em ji holê rakin nema ye. We ev milet ji hêla exlaqî vê têk bir. 
 
Eyaleta Kurdistanê bi awayeke fermî cîran e
 
Baş e lê bingeha teza neteweperestiya tirk, tirkîperestiyê ya ku di vê dozê de me didarizîne çi ye? Çima dema em dibêjin kurd û Kurdistan mûyê serê wan mîna strî dibe? Mesela dema dibêjin Turkistan heman tişt dibe? Na. Ma peyvên tirk, tirkmen, ozturk tu kesî aciz dikin? Lê çima dema peyva kurd tê gotin wisa dibe? Sînorê Tirkiye-Îranê bi awayekî fermî cîranê eyaleta Kurdistanê ye. Eyaleta Kurdistanê bi awayeke fermî cîran e. Li gorî makeqanûna Iraqê jî ji Xabûrê şûn de Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Dema van dibihîsin mûyê serê wan dibe strî. Xeletiyên di dema avakirina komarê de derketin holê, bingeha pirsgirêkên îro ne. Heke di dema xwe de hevkarî bihata kirin dê îro ev tişt neqewimîbûna. Tiştên pê têm darizandin gelemperî gotinên min ên di van mijaran de ne. 
 
Ez jî neviyên Ṣêx Seîd im
 
Dema Mûstfa Kemal derketî Anatoliyayê, artêşa herî xurt û nebelavbûyî artêşa Rojhilat bû. Mûstafa Kemal, naçe Datça, Mûgla û Edîrneyê. Diçe Erziromê. Nameyên ku nivîsandine ji bo begên kurd û Kurdistanê ne. Ne Mûstefa Kemal dibêje; ‘hûn kurd nînin’ ne jî ‘kurdî tune ye.’ Kurdan piştgirî danê. Tekane cihê di Şerê Rizgariyê de artêşan lê şer nekirî Kurdistan e. Ji ber ku gel bi xwe li wir şer kir. Li Dîlokê Karayilan şer kir. Başe gotiye çi; ‘Ey begên kurd, şêxên kurd...’ Her wiha pêwendiyên wî bi Seyîd Riza û Şêx Seîd re jî hene. Negotiye; ‘Şêxên hêja yên kurd, em ê beg û xelîfetiyê ji holê rakin.‘Hêza ku daye piştre xwe ne laîktî bû, Komara Tirkiyeyê nebû, hêza îslamê bû. Yên ku xiyanet li hevpeymanê kirî Şêx Seîd nebû. Rêveberiya Enqereyê bû. Derewan dikin. Pirtûkên dîroka înqilabê xwendine û bûne profesor. Wan gotinên jiber jî bi zarokan didin xwendin. Derewan dikin. Şêx çima serî hi dide? We sozek dan û dema hûn bi ser ketin jî karê we yê ewil bû rakirina xelîfetiyê. Dibêje; ‘hûn kurdî qedexe dikin.’ Yê ku xiyanet kirî ne Şêx Seîd e. Tenê yek belgeyeke ku hevkariya Şêx Seîd û ingilîzan nîşan bide tune ye. Bila rewşenbîrên tirk hinek bixwînin û zana bin. Erê rast e serhildanek heye lê Şêx Seîd xayîn nîne. Yên ji min hez dikin bila bizanin ku ez neviyê Şêx Seîd im. Hem kurdên sosyalîst hem jî yên îslamîst dizanin bê ka Şêx Seîd çi ye. 
 
Tu cînayetên ku Topal Osman nekirîn nema ne
 
Qaşo bibîranîna Şêx Seîd xiyanet e. Baş e lê Topal Osman çi kiriye ku tê bibîranîn? Ez ji Meral Akşener dipirsim. Tu serhildan û cînayetên ku Topal Osman nekirîn nema ne. Yek ji kesên ku bi sûcê sûîqesta li dijî Mûstafa Kemal tê sûcdarkirin jî Topal Osman e. Em li ser welatê hevpar dijîn û tu Topal Osman bi bîr tînî. Çi tiştê vî qehreman e? Orgeneral Mûstafa Mûglali bi bîr tînin. Vî serpelî akademiya şer qedandiye. Di 30’ê tîrmeha 1943’yan de li navçeya Qelqeliyê dest û lingên 33 kesan girê daye û înfaz kiriye. Ji vê hate darizandin û ceza lê hate birîn. Lê hema tenê li Googleyê binêrin,  li her derê ‘Cadeya Mûstafa Mûglali’ heye. Di bibîranîna Mûglali de pirsgirêk tune ye lê dema Şêx Seîd tê bibîranîn qiyametê radikin. 
 
Li Dêrsimê bi hezaran kurdên elewî qetil kiriye
 
Mesela Abdullah Alpdogan li her derê bi bîr tînin. Li Dêrsimê bi hezaran kurdên elewî qetil kiriye. Ya herî navdar ez bibêjim; Sabîha Gokçen. Ya ku balafira Dêrsim bombebarkirî bi kar anî ev e. Dema ev kes tên bibîranîn kurd dengê xwe nakin lê dema kurd Şêx Seîd bi bîr tînin qiyametê radikin. Bila neyê jibîrkirin Yê herî navdar jî Kenan Evren e. Ji darbekariyê hate darizandin û hêj niha jî navên wî li ser bûlwar, cade û mizgeftan heye. Yaw ev kes darbekar e.” 
 
Şandeya dadgehê navber da danişînê.