Li Rojava gel li dijî êrîşan daket qadan

  • 16:36 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şênî û pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk ên  li dijî herêmê û bêdengiya li hember wê şermezar kirin.
 
Dewleta Tirk ji 23`yê Kanûnê ve, binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bajarê Dêrikê, navçeya Tirbespiyê û Qamişlo jî kantona Cizîrê heta Kobanê ya kantona Firat û Kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dike. Li hember wan êrişan, bi sedan şêniyên û pêkhateyên herêmê daketin qadan û êrişên dewelta Trik bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
 
Hevseroka Komîna Şehîd Hozan Selman Mihemed li pêşiya Saziya Kehrebeyê ya Amûdê daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk komkujiyan li dijî xelkê herêmê yên şerê DAIŞ`ê kirine, pêk tine.
 
Li navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê Meclisa Navçeyê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe qanûnên navneteweyî li pêş çavên hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bin pê dikin.
 
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bi daxuyaniyekê li pêşiya navenda xwe ya li başûrê kantona Reqayê şermezar kir.
 
Berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Ebîr El Hac Ebdullah daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk piştî binkeftina li Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, êriş herêmê kir û soza mezinkirina têkoşînê li hember êrişan hate dayîn.
 
Şêniyên navçeya Girkê Legê û endamên saziyên sivîl ên navçeyê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke protestoyî li dar xist. Şêniyan di çalakiya xwe de êriş dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember wê bi daxuyaniyekê ku hevserokê Meclisa Navçeya  Çilaxa Mihemed Faris xwendiye, şermzar kir.