Li Wanê Nobeda Edaletê didome: Ji Îmraliyê re name hatin şandin

  • 16:06 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Nobeta Edaletê ya li Wanê ya ku di çarçoveya pengava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hatî destpêkirin di roja 21'an de didome. Her wiha di çarçoveya pêngavê de jî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name hatin şandin.
 
Nobeta Edaletê ya li Wanê ya ji bo piştgiriya pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" û ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kir di roja 21’an de berdewam dike. Rêveberên DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyên navendî, Tevgera Jinên Azad (TJA), MEBYA-Der, sazî û dezgeh, kesên hilbijêr, komîsyonên taxan, jinên taxa Sihkê, bernamzet û gel serdana Nobeta Edaletê kir. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” hat berzkirin.
 
‘Birêz Ocalan mirovek ne ji rêzê ye’
 
Di çalakiyê de Hevserokê DEM Partî yê Wanê Veysî Dîlekçî ku axaftinê kir û anî ziman ku ew pêvajoyek gelek girîng re derbas dibin û got têkoşîna ku tê dayîn her ku diçe mezintir dibe. Veysî, destnîşan kir ku li hemberî têkoşînê zor û zehmet mezintir dibin û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê ev pêvajo û têkoşîna tê dayîn ji bo me gelek girîng e. 25 sal in li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran heye. Parêzer û malbata wî nikarin hevdîtinê bikin û nikare mafê xwe yê bingehîn bikar bîne. Ji ber vê yekê îro li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiya grevên birçîbûnê dest pê kiriye. Rastî jî zindan ji vê welatê re êşekî giran e. Birîneke ku her dem xwîn jê tê ye. Divê lez û bez ev birîn bê dermankirin û ev pirgirêk bê çareserkirin. Bila hemû hevalên me bigihîjin mafên xwe.
 
Divê tecrît lez û bez bê rakirin. Birêz Ocalan rol û mîsyona ku dikeve ser milê wî bi lez û bez ew ê jî pêk bîne. Ji ber ku Birêz Ocalan mirovek ne ji rêzê ye. Gel bi saya ji xwe agahdar bû. Ji bo çareserkirina kurd tu gav nayê avêtin û ev pirsgirêk her ku diçe girantir dibe. Ji ber vê yekê dayîkên me ev nêzî mehekê ye çalakiya nobeta edaletê dane destpêkirin. Ger ku li vê welatê edalet pêk bê dê ew jî bi destên dayikan pêk bê. Banga me ji gel ew e ku xwedî vê pêvajoyê derbikevin. Em vê daxwazê mezintir û xûrtir da ku edaletê pêk bînin.”
 
 Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin û steranan ve berdewam kir.
 
Ji Girava Îmraliyê re name hat şandin
 
Piştî serdanê bi pêşengiya TUHAY-DER’ê  hemû girse bi hev re nameyên ji Abdullah Ocalan nivîsin. Ji bo şandinê jî li ber PTT’ê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê daxuyanî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Ligel astengiyan axaftin hat kirin û girse bi hev re nameyên xwe şandin û piştre vegeriyan cihê çalakiyê.