Nobeta Edaletê ya li Amedê 22 roj in didome

  • 13:55 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 22'yan de bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” berdewam dike. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi Nobeda Edealetê kirin.  
 
Nobeda Edaletê ya ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û malbatên girtiyan ve li Amedê hat destpêkirin di roja 22'yan de bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dewam dike. Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê pêk tê bi serdanan didome. Îro Rêxistina DEM Partî ya Pasûrê hatin serdana çalakiyê. 
 
Rabîa Aktaş a ku di çalakiyê de cih digire, diyar kir ku heke çareserî pêk neyê dê dakevin qadan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "22 roj in di çalakiya Nobeta Edaletê de nin. Em bi dawîkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan tînin ziman. Em ê çalakiya xwe bidomînin heta ku tecrîd bê bidawîkirin. Heke em bi zarokên xwe re bi rêya telefonê hevdîtin pêk tînin divê malbata Ocalan û hevalên din jî hevdîtinê bikin. Divê parêzer biçin serdanê. Ev bêhiqûqî nayê qebûlkirin. Ez bang li hemû dayikên ku zarokên wan girtî ne dikim bila piştevaniya çalakiyan bikin."
 
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabê” bi dawî bû.