Di dema daxuyaniyê de êriş hat kirin

  • 13:29 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk dema ku partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina êrişan daxuyanî dida, êriş pêk anî. Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişan de ku heta niha dewam dikin, li 6 deveran 7 welatî bi giranî birîndar bûne. 
 
Dewleta Tirk ku êrİşên xwe yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kêm nekirine, ji 23’yê Kanûnê ve bênavber careke din êrİşî navendên xizmetguzariyê dike.
 
Bi armanca şermezarkirina êrişan 33 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê îro saet 10.00’an de li bajarê Qamişlo daxuyanî bida çapemeniyê. Lê dema ku daxuyanî li Navenda Pêwendiyên Giştî ya li nêzî stasyona trênê dihat dayîn, êriş çêbû. Balafirên bê mirov û biçek stasyona trênê ku gelekî nêzî cihê (qasî 200 metre) daxuyaniyê bû, bombebaran kir.
 
Ji ber bombebaranê daxuyanî hîn temam nebûyî, beşdar neçar man belav bibin.
 
Balafirên bêmirov û biçek navendeke pîşesaziyê li taxa Elaya ya Qamişloyê bombebaran kir. Piştre navendeke binesaziyê li taxa Enteriyê ya bajêr 4 caran bombebaran kir. Her wiha Çapxaneya Sîmav, kargeha êm a Cizîrê, Stasyona Trênê ya nêzî Navenda Peywendiyên Giştî ya li taxa Elaya 3 caran li dû hev, navendeke dirûnkariyê ya li bakurê taxa Meyselûm jî 3 caran li dû hev bombebaran kirin.
 
Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişan de ku heta niha dewam dikin, li 6 deveran 7 welatî bi giranî birîndar bûne.