Foza Yûsif: Li dijî êrişan em berxwedana topyekûn îlan dikin

  • 13:23 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk şerekî topyekûn li dijî gelên herêmê dike û got “Em jî berxwedaneke topyekûn îlan dikin. Divê gelê me li dijî şerê qirkirinê seferber bibe.”
 
Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji ANHA’yê re axivî. 
 
Foza diyar kir ku dewleta Tirk şerekî topyekûn li dijî gelê herêmê îlan kiriye û got: "Dewleta Tirk şerekî topyekûn li dijî gelê me îlan kiriye, her tiştî dike hedef, tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike.  Ev êriş li dijî hebûna gelê herêmê ye.”
 
Foza Yûsif li dijî êrişan banga hevgirtinê kir û wiha domand: "Em jî berxwedana topyekûn îlan dikin. Divê gelê me li tevahî bajar û saziyan li dijî vî şerê qirkirinê seferber bibe. Divê em sazî û rêveberên xwe biparêzin. Divê em di rewşa seferberiyê de bin. Îro roja berxwedan û rûmetê ye. Divê em hevgirtî bin û li hemberî kiryarên dewleta Tirk a faşîst seferber bibin."