Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 29'an de ye!

  • 09:53 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin di roja 29'an de berdewam dike.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê de ye û çareseriya pirsgirêka Kurd li girtîgehan hatiye destpêkirin, ketiye roja 29’an.
 
Girtiyên beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di meha sêyemîn de ye, di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin.