‘Bêyî azadiya Serok Apo gelê Kurd azad nabe’

  • 09:09 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya 
 
AMED - Jinên tevli 1'emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bûn, diyar kirin ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ya li ser gelê Kurd lant dikin û gotin ku ew ji bo bidawîkirina tecrîdê têdikoşin.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  di 24’ê Kanûnê de 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma “Vejînek Ciwan” li Salona Dawetê ya Geterler a Amedê li dar xist. Di kongreya bi coş de ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes amade bûn, jinên beşdarî kongreyê bûn bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li Îmraliyê dest pê kir û bandora xwe li ser tevahiya gelê Kurd dike.
 
Jinên ku di kongreyê de me mîkrofon dirêjî wan kir diyar kirin ku heta tecrîd neyê rakirin û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe tu pirsgirêk çareser nabin.
 
Li dijî tecrîdê têdikoşin
 
Medya Înce: Ez tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikim. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiyê ranebe gelê Kurd azad nabe. Girtiyên li girtîgehê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kirin. Heta ku azadiya Rêber Apo pêk neyê ev şer û greva birçîbûnê bi dawî nabe. Em dixwazin Rêber Apo ji girtîgehê derkeve û her çar aliyê Kurdistanê silav dikim.
 
'Em tecrîdê şermezar dikin'
 
Fatma Çik: Kongreya Ciwanan pîroz dikim. Ez dixwazim ev kongre bibe sedema aştî û hêviyê. Ciwanên me digiri û dikujin. Ji Rêbertî û hemû girtiyan re azadiyê dixwazim. Em tecrîdê şermezar û lanet dikin. Ez bi dayikên li Nobeda Edaletê serbilind im.
 
'Em her tim aştiyê dixwazin'
 
Ayşe Alagaş: Ez hemû girtiyan û Rêber Apo silav dikim. Ez tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikim. Ez piştgiriyê didim greva birçîbûnê ya girtiyan.  Divê em li girtiyan xwedî derdikevin. Em heta dawî li pişt ciwanan disekinin. Em her tim aştiyê dixwazin.
 
'Gelê Kurd ji bo bidawîkirina tecrîdê têdikoşe'
 
Rihan Kaplan: Berî her tiştî ez Rêber Apo silav dikim. Nêzî 3 sal in em ji Rêber Apo tu agahiyê nagirin. Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo û gelê Kurd bi dawî bibe. Girtî û dayikên girtiyan jî ji bo rakirina tecrîdê têdikoşin. Divê hemû gelê Kurd piştgiriyê bide vê têkoşînê.
 
'Em Kurd in, nikarin me bitirsînin'
 
Şemsiye Bagdur: Ez dixwazim di zûtirîn dem de zilma li ser gelê Kurd bi dawî bibe. Êrîşî  dayikên aştiyê dikin. Dema em hatin kongreyê jî bertek nîşanî cil û bergên me  yên neteweyî dan. Em kurd in, nikarin me bitirsînin. Em ê her tim şopdarê rêya ciwan û şehîdên xwe bin. Em tu carî dest ji ciwanên xwe bernadin.