Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket

  • 09:08 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 210’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çareserî azadiya Ocalan e” derket pêşberî xwînerên xwe. 
 
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çareserî azadiya  Ocalan e” derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameyê vê carê cih da banga çalakger û malbatên girtiyan. 
 
Malbat û çalakgeran destnîşan kirin ku çareserî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dayika Zulkuf Gezen a ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin dawî li jiyana xwe anî, Hawa Gezen ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku çareserî di azadiya Ocalan de ye û got: “Girtî bi xwedîderketinê serbilind dibin û bi piştgirêyê bihêz dibin. Daxwaza min ew e ku ne tenê malbat, hemû gelê kurd xwedî li girtiyan derkevin. Ger gel xwedî li girtiyan derkeve wê dijmin nikaribe girtiyan tecrîd bike. Ev çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan daye destpêkirin ne tenê ji bo xwe ne, ji bo her kesî ye. Ji bo tecrîd li ser hemû gelê kurd bê rakirin û gel bi her awayî azad bibe di grevê de ne. Armanca çalakiyê ew e ku hem Serok azad bikin, hem jî gelên Kurdistanê  azad bikin. Rêya çareserî û azadiyê di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye.” 
 
Rojnameyê di surmanşeta xwe de bi sernavê “Ocalan li cîhanê tevgerek ava kir” cih da nirxandinên siyasetmedarê kurd Hatip Dîcle. Hatîp Dîcle di hevpeyvînê de bal kişand ser xebatên hamleya azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan û got: “Felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû welatên cîhanê tê nirxandin. Paradîgmaya Ocalan li cîhanê bûye mînak û tevgerek ava kir. Paradîgmaya ku Abdullah Ocalan ava kiriye, li qadek mezin a kurewî, tevger û çalakiyek ava kir. Dostên kurdan bawer dikin ku fikrên Ocalan çareserî ye.” 
 
Di rûpela jinê de rojnameger Medya Bal bal kişand ser dîroka grevên birçîbûnê û berxwedana ku heta rojame ya îro hatî. Di heman rûpelê de Şîndar Akinci behsa hilbijartinên herêmî kir û got: "Belê îdiaya me ew e ku em dîsa bi hêz û îadeya xwe bajarên xwe ji qeyûman bistînin. Sazî û kooperatîfên jin û cîwanan ji nû ve avabikin." Mizgîn Ronak jî bi sernavê "Min navê xwe kola" di quncik nivîsa xwe de behsa helbest û stranê kir bal dikişîne ser bircên Amedê.   
 
Rojnameyê di rûpela çandê de cih da Fuara Pirtûkan a di navbera 16 û 24’ê kanûnê de. Ligel weşanxaneyên kurd yên weşanên kurdî jî di pêşangehê de cihê xwe girtibûn. Li gel eleqeya li weşanxaneyên kurdî pêşnangeha Zarok TV û MA Zarokê bû rengîniya herî mezin a vê pêşangehê.