Serap Mutlu Dogan: Divê tecrîd bê bidawîkirin

  • 09:06 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Xwişka Mazlum Dogan ku yek ji kadroyên pêşeng yê PKK’ê bû, Serap Mutlu Dogan ku piştgirî da çalakiya Nobeta Edeletê wiha got: “Divê hemû demokrat, Kurd û gel di vê têkoşînê de ligel hev cih bigirin. Rizgariya her kesî ji vir  tê. Divê  tecrîd bê bidawîkirin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin têkoşîn û berxwedanê.”
 
33 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de li Îmraliyê tê girtin nayê girtin. Ji Tirkiye, Kurdistan û her çar alî cîhanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîn didome. Di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan bi vê daxwazê ji aliyê girtiyan ve çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin û 20 roj li pey xwe hişt. Xizmên girtiyan bi heman daxwazê li Amed, Mersîn, WAn, Edene û Stenbolê dest bi Nobeta Edeletê kirin.
 
Piştevanî didome
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê nobeta Edeletê hat destpêkirin û bi dehan kes ji bo piştevaniyê diçin serdana kesên di nobetê de. Nobeta Edeletê li avahiya DEM Partî a Bagcilarê didome. Yek ji kesên çû serdana nobetê xwişka Mazlum Dogan , Serap Mutlu Dogan e. Serapê der barê Nobetên Edeletê de ji JNNEWS’ê re axivî.
 
Berxwedan silav kir
 
Serapê diyar kir ku ew tecrîda giran ya li Îmraliyê şermezar dike û di encama polîtîkayên desthilatdariyê de girtiyên siyasî ketine greva birçîbûnê û wiha got: “Ez hem girtiyan hem malbatên wan silav dikim. Ev berxwedana wan ji can û dil pîroz dikim. Em vê zilma ji 12’ê îlonê de tê meşandinê dizanin. Ez ji Birêz Ocalan û sê girtiyên ligel wî re jî silavan dişînim.”
 
Ji bo hemû gelan banga têkoşînê
 
Serapê wiha daxuyand: “Heta tecrîda Îmraliyê bidawî nebe tecrîda ser civakê jî ranabe.Ne tenê yên hundir yên derve jî heman pirsgirêkan dijîn. Divê hem Kurd hem gelên din têbikoşin. Divê ji bo hemû dijhiqûqiyan têbikoşin. Yên girtîgehan zarokên me ne xweişk û birayên me ne. Ez banga têkoşînê li hemû kesî dikim. Bi salane li ser gelê Kurd zext û îşkence pêk tê. Li dijî vê rastiyeke Kurdan ya zextan qebûl nake hey. Divê em vê tecrîdê bişkînin. Çareserî têkoşîne.”
 
Têkoşîna topyekun
 
Serapê wiha dawî lê anî: “Divê hemû gel ji bo azadiya xwe têbikoşin. Divê em dest bidin hev û têbikoşin. Heta ev tecrîd neyê şikandin rizgarî tuneye. Divê hemû kes dest bidin hev û bi hv re tgêbikşin. Rizgariya her kesî ji têkoşînê derbas dibe. Divê hemû gel topyekun têbikoşin.”