Julie Ward: Hiqûmet qels û tirsonek e

  • 09:04 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdanên xwe yên Amed û Stenbolê bi dawî kirin. Julîe Ward ku armanc û çavderiyên xwe yên der barê serdanan de nirxand wiha got: “Em dema ji ser jin û ciwanan bifikirin, em dibînin ku hikûmet qels û tirsonek e.”
 
Delegasyona Jinan a Navneteweyîya ku ji 7 kesî pêk dihat û di nav de hiqûqnas, ekolojîsk, nûnerên saziyên civaka sivîl yên ji welatên cuda yên Ewropayê têde cih digirtin di navbera 9-14’ê Kanûnê de li Amed û Stenbolê serdan pêk anîn. Armanca serdanan ev bû ku der barê tecrîdê  û binpêkirina mafna de raporek bê amadekirin. Heyet di serdanan de li du bajaran bi rêxistinên civaka sivîl û rojnamegeran re hatin gel hev.  Heyet her wiha li Amedê çû serdana Nobeda Edeletê. Yek ji kesên di heyetê de cih digirt parlametner Julîe War bû. Julîe der barê serdanên li Amedê de çavdêriyên xwe ragîhandin.
 
Julîe Ward  diyar kir ku ev ne serdana wê ya ewil ya Amedê ye û got berê jî li Amedê bi tevgerên jinan yên Kurd re xebitîne û got: “Em hemû bi perspektîfên cuda derketin rê û bi jinên Kurd re eleqeder dibin. Armanca me ya di vê mijarê de ev e ku em hişmendiyekê ava bikin. Berê dema ez endama parlamentoyê bûm, bi tevgerên jinên Kurd re xebitîm. Niha ez ne li parlamentoyê bim jî têkoşîna jinên Kurd bilind dikim.Ez dixwazim vê ji rêxistinên jinan re û bi taybet jî pêvajoya demokratîk a Rojhilata Navîn vebêjim.”
 
‘Yên têkoşîna azadiyê dimeşînin çawa dikarin bibin tehdîd’ 
 
Julîe destnîşan kir ku bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan hatine Amedê û got mafên mirovan rêzdariyê nabîne û dora çalakiya Nobeta Edeletê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Julîe wiha domand: “Bi mirovên ku zilm dîtine û têkoşînê dimeşînin re hatina gel hev girînge. Em di 2015’an de jî hatin vir û me bi jinan re pirsgirêkên xwe parve kir û em reqisin. Piştî em ji otele derketin polîsan dora me girt.  Ji bo Heskîfê em tevli çalakiyan bibûn. Li wir jî me heman tişt dît. Ev ne rewşek normale. Bi vî awayî demokrasî pêş nakeve. Gelo kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin wê tehdîdek çawa ava bikin.”
 
‘Min xwest ji nû ve şahidiyê bikim’
 
Julîe anî ziman ku wek endama Delegasyona Jinan a Navneteweyî çûne serdana çalakgerên Nobeta Edeletê û wiha daxuyand: “Ev pêvajoyek zehmete. Min xwest ji Nû ve şahidiya têkoşînê bikim. Têkoşîna malbatan bi heybet e.  Her kesî xwişk û birayên xwe winda kirine. Dema min êşa wan guhdar kir min xwe nêzî wan hîs kir.”
 
‘Her kes fikrên Abdullah Ocalan diaxive’
 
Julîe di berdeawmiyê de daxuyand ku bi şikandina tecdrîdê re wê pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn bên çareserkirin û wiha dawî lê anî: “Fikir û nêrînên Abdullah Ocalan gelek bi bandorin û hemû cîhan vê diaxive. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye û ne demokratîk e. Amed cihê hêviyê ye. Ev der remza têkoşîna polîtîk e. Ev der tevî hemû tiştî cihê hêviyê ye.”