'Tendirustiya girtiyan mijara bazariyê ye'

  • 09:02 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
RIHA - Sekretera Jinan a Şaxa SES'ê ya Rihayê Hazal Balim der barê girtiyên nexweş ên li girtîgehan û pêşîlêgirtina dermankirina wan de got, "Dewletê ji destpêka pêvajoya aştiyê ve ev mijar kiriye mijara bazariyê."
 
Li girtîgehên ku herî zêde ji şerê taybet bi bandor dibin, ji tecrîda ku parçeyek ji vî şerê taybet e jî herî zêde girtiyên nexweş para xwe digirin.   Girtiyên ku dermankirina wan yek ji mafên wan ên bingehîn e, ji ber şert û mercên giran nexweşiyên ku bi wan re çêdibin nayên dermankirin û mafê jiyanê ji destê wan tê girtin. Tevî ku gelek caran rewşa girtiyan girane jî ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ya "Dikare di girtîgehê de bimîne " girtî terkî mirinê tên kirin.
 
Der barê mijarê de Sekretera Jinan a Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Şaxa Rihayê Hazal Balim axivî.
 
'Tenduristiya girtiyên nexweş mijara bazariyê ye'
 
Hazalê, anî ziman ku girtiyên li girtîgehê ji mafê xwe yê dermankirinê bê par in û got, “Li girtîgehan mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê tê astengkirin. Dewlet ji destpêka pêvajoya aştiyê ve ev yek kir mijara bazariyê. Yanî ger mirov bixwaze tenduristiya xwe biparêze, divê bi dewletê re li ser heman maseyê rûnê û bi tevahî li gorî rêgez û polîtîkayên ku dewletê xêz kirine tevbigerin. “Eger wekî dewlet dixwaze tevnegerin ji mafê xwe yê tendirustiyê bêpar tên hiştin."
 
'ATK'ê meşrûbûna xwe winda kiriye'
 
Hazalê, anî ziman ku dewlet saziyên xwe digire bin parastina xwe û biryarên ku dixwaze di van saziyan de dide û got, “Saziya ku em weke ATK’ê pênase dikin, saziyeke ku tayînkirina endamên wê ji hêla siyasetê ve tê kirin. Ev sazî niha bi kesên ku xwe ji însiyatîfa pîşeyî dûr dixin dagirtî ye. ATK saziyeke ku meşrûbûna xwe winda kiriye ye. "Ji ber ku vê saziyê meşrûbûna xwe winda kiriye, wekî piyonek ji hêla dewletê tev tê bikaranîn."
 
'Li girtîgehan helwesta dijmirovî heye'
 
Hazalê, anî ziman ku li girtîgehê helwesteke dijmirovî heye û wiha pê de çû: “Dema girtiyek nexweş bixwaze biçe nexweşxaneyê divê 3 qonaxan derbas bike. Piştî derbaskirina van 3 qonaxan û gihîştina bijîjkê malbatê,  ji bo biçe navendeke pêşketî ya tendirustiyê divê  bişîşkê malbatê razî bike. Piştre girtiyên nexweş li rîngê dikin ku biçe navenda pêşkeftî ya tendirustiyê.  Wesayita ku wekî rîngê tê binavkirin jî ji bo hilgirtina nexweşan ne guncav e. Li Rihayê kesê ku nexweşiya dil pê re heye, di nav hesineke ku germahiya wî heta 60 pileyî de ye birin nexeşxaneyeke pêşketî. Dewlet bi vê polîtîkaya xwe mirinê nîşanî nexweş dide û bi tayê razî dike."
 
'Divê saziya bingehîn a siyasal biguhere'
 
Hazalê destnîşan kir ku divê saziya bingehîn a siyasal  biguhere û got, "Heta ku ev sazî neguhere û mantiqa 'avakirin, xebitandin, veguheztin' di tenduristiyê de di dewerê de be, dê girtiyên nexweş nikaribin ji mafên xwe yê tendirustiyê sûcdê bigirin. Divê nexweşên girtî wekî hemwelatiyên din ên civakê, xwedî heman mafê xwegihandina tenduristiyê bin."