ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 25 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Endama KASED’ê Denîz Terece diyar kir ku di 2023’an de çand û huner bi polîtîkayên asîmîlasyonê û êrîşên mezin re hatiye rû hev û got wê di 2024’an de şertên ku gel bi hunerê re tînin gel hev bidin zorê. DÎMEN HEYE
 
*Sekretera Jinan a Şaxa SES'ê ya Rihayê Hazal Balim der barê girtiyên nexweş ên li girtîgehan û pêşîlêgirtina dermankirina wan de got, "Dewletê ji destpêka pêvajoya aştiyê ve ev mijar kiriye mijara bazariyê." DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hezar roje agahî nayê girtin. Heseroka Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Esra Bîlen  diyar kir ku tecrîda giran ne bi norma hiqûqî ne mirovahî ne jî ahlaqî nayê vegotin û wiha got: “Divê xwedî li daxwazên girtiyên siyasî bê derketin û divê demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin. Em banga bilindkirina têkoşînê û xwedî derketinê dikin.” DÎMEN HEYE
 
*Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdanên xwe yên Amed û Stenbolê bi dawî kirin. Julîe Ward ku armanc û çavderiyên xwe yên der barê serdanan de nirxand wiha got: “Em dema ji ser jin û ciwanan bifikirin, em dibînin ku hikûmet qels û tirsonek e.” DÎMEN HEYE
 
*Xwişka Mazlum Dogan ku yek ji kadroyên pêşeng yê PKK’ê bû, Serap Mutlu Dogan ku piştgirî da çalakiya Nobeta Edeletê wiha got: “Divê hemû demokrat, Kurd û gel di vê têkoşînê de ligel hev cih bigirin. Rizgariya her kesî ji vir  tê. Divê  tecrîd bê bidawîkirin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin têkoşîn û berxwedanê.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên tevli 1'emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bûn, diyar kirin ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ya li ser gelê Kurd lant dikin û gotin ku ew ji bo bidawîkirina tecrîdê têdikoşin. DÎMEN HEYE