Komîteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê pêk anî

  • 19:28 24 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Jinan a Kantona Dêrazorê civîna xwe ya salê li herêma 7 Kîlo li dar xist û bi encamnameyê bi dawî bû.
 
Bi diruşma ′Me bi hev re dest pê kir û em ê bi hev re pêşeroja jina azad ava bikin′ Komîteya Jinan a Kantona Dêrazorê civîna xwe ya salê bi beşdariya nûnerên jin, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û nûnerên ji saziyên sivîl a Dêrazorê li dar xist.
 
Di civînê de Serokatiya Komîteya Jin Fatme El Hisên perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser jinan û rewşa siyasî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîrove kir; ji wan jî astengiyên îsal li pêş jinan derketine.
 
Fatmeyê rewşa rêxistinên Komîteya Jinan û astengiyên îsal li pêş wan derketine û projeyên pêşkêş kirine nirxand.
 
Her wiha sînevîzyonek li ser kar û barên Komîteya Jin pêk anîne hate pêşandan; ji wan jî derçûna 9 dewreyên Akademeya El Keber a taybet bi jinan, derçûna 9 dewreyên li Akademiya Civaka Demokratîk a li herêma kargehan û lidarxistin 56 civînan.
 
Civîn bi guhdarkirina nêrîn, axaftinên beşdaran berdewam kir. Civîn bi gelek encaman bi dawî bû; xebitîna li ser pêşxistina jinan di aliyên teknolojî, rêveberî, aborî û civakî de, vekirina projeyên aboriyê yên jinan li Dêrazorê, xebitîna li ser pêkanîna qanûnên jinan û zarokan bi temamî, xebitîna li dijî tundiya li ser jinan û têkbirina tundiyê, zêdekirina pêngavên zanakirinê ji bo têkbirina diyardeya hişbirê, zêdekirina dayîna daxuyanî, panel û peyamên ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Abdullah Ocalan, pêkanîna gerên di nava gel de ji bo teşwîqkirina keçan ku tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ′ê bin