Der barê kongreya ‘Vejînek ciwan’ de lêpirsîn

  • 17:37 24 Kanûn 2023
  • Rojane
AMED - Der barê Yekemîn Kongreya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê de lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Der barê Yekemîn Kongreya  Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî)  de lêpirsîn hat destpêkirin.Wezîrê dadê Yilmaz Tunç lêpisîn li ser çapemeniya civakî daxuyand.
 
Yilmaz Tunç diyar kir ku bi îdiayên ‘pesndayîna sûc û sûcdar’, ‘ppaganda rêxistinê’ lêpirsîn dane destpêkirin û got der barê gumanbaran de jî talimata binpêkirin û lêpirsînê dane serdozgeriya komarê ya Amedê.