Ji Nobedên Edaletê banga berxwedanê

  • 16:30 24 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên ku tevli Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaloan bûn, banga berxwedanê mezin bikin kirin. 
 
Di çarçoveya pêngava "Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî " de wekî li Wanê, li Amed, Stenbol, Edene û Mêrsînê jî çalakiyên Nobeda Edaletê dewam kirin. 
 
Amed
 
Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan li Amedê hatibû destpêkirin, li Rêxistina Navçeya Rezan  a Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di roja 21'emîn de berdewam kir. Li salona ku çalakiya nobetê lê dihat lidarxistin pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em li girtîgehan dengê xwe bilind bikin” hate daliqandin. Kesên tevlî nobetê bûn cil û bergên spî yên li ser nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kiribûn, tevahiya rojê ji aliyê saziyên sivîl û welatiyan ve serdana wan hat kirin. Di serdanê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Çalakgeran di serdanan de bal kişandin ser tecrîda li  Îmraliyê û banga berfirehkirina berxwedanê kirin.
 
Stenbol
 
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (MATUHAYDER) a Marmarayê ve li Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê di 13'ê Kanûnê de hatibû destpêkirin dewam kir. Pankartên bi Kurdî û Tirkî, “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişkînin, ji girtîgehan re bibin deng” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtîyan” hatin daliqandin.  Çalakiya nobetê bi serdanên welatiyan dewam kir.
 
Ligel eleqeya welatiyan a ji bo nobedê, Rêveberiya Navçeya Ûmraniyê ya DEM Partiyê û xwişka mezin a yek ji damezrînerên PKK'ê Mehmet Hayrî Durmuş Zekiye Ayik jî çûn serdana çalakgeran.
 
Mêrsîn
 
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) ve li avahiya komeleyê ya li Mêrsînê hatiye destpêkirin kete roja 21’emîn. Di çalakiya ku serdan berdewam kir de dirûşmên "Bijî têkoşîna zindanan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
 
Edene
 
Nobeda Edaletê ya li avahiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Akdenîza Edeneyê (AATUHAY-DER) di roja 21'ê de berdewam kir. Nobeda Edaletê ya ku pankartên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" û "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya demokratîk em bibin dengê girtîgehan" hatin daliqandin, bi serdanê dewam kir.