Li Şengalê Yekitiya Jinên Ciwan cîvîna salê li dar xist

  • 15:04 24 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê di civîna xwe ya salê de diyar kir ku ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka Kurd re çaresriya siyasî” bigihêje armanca xwe divê xebatên xwe berfirehtir bikin.
 
Li gundê Borik, Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê civîna xwe ya salê li dar xist. Civîn bi beşdarbuna bi dehan jinên ciwan hate lidar xistin, jinên ciwan yek bi yek xebatên xwe yên sala 2023’yan nirxandin û hate gotin ku li gorî salên borî Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê, li Şengalê di warê xwerêxistinkirin û perwerdehiyê de gelek gavên nû avêtine.
 
Di civînê de weke mijara sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û bi giştî rewşa siyasî hat nirxandin. Piştre jî jinên ciwan kar û xebatên xwe yên salekê nirxandin û plansaziyên xwe yên ji bo sala nû diyar kirin.
 
Di civînê de ciwanan ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kirin û diyar kirin ku her çiqas ji bo pêngava azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kar û xebat hatine meşandin û gavên danasîna ramanên Ocalan di nava ciwanan de hatibin avêtin jî, ew kêm dibînin.
 
Jinên Ciwan siyaset û polîtîkayên li ser Şengalê jî bi berfirehî nirxandin û dan zanîn ku êrîş û planên li ser civakê ji fermanê dûr nîn in. 
 
Jinan şerê taybet ê li dijî ciwanan jî bi bîr xistin û gotin ku her çendî li Şengalê xebatên rêxistinkirina jinan dewam dikin jî, hêj di temenê biçûk de jin tên zewicandin û zexta li ser jinan bi temamî ji holê ranebûye. Jinên ciwan destnîşan kirin ku, ji bo derbaskirina van kêmasiyan pêwîstî bi berfirehkirina rêxistinbûnê û xebatên perwerdehiyê heye.