8 rêxistinên jinan nameyek ji NY'ê re şandin

  • 12:24 9 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyî Antonîo Gûterres û saziyên Neteweyên Yekbûyî re şandin.
 
Rêxistinên jinan ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dijî êrişên dewleta Tirk a di qada navnetewî de ketin nava hewldanên. 8 rêxistinên jinan bi pêşengiya Kongra Star nameyek hevbeş ji Sekreteyê Giştî yê NY António Guterres re şand.
 
Name her wiha ji 4 saziyên din ên NY’ê re hate şandin.
 
Saziyên ku name jê re hatiye şandin ev in: Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan, Komîteya Mafê Mirovan, Lijneya Giştî û Konseya Ewlekariyê. 
 
Li gorî agahiyên ku rayedarên Kongra Star dane, di nameya ku bi zimanê Ingilîzî û Erebî hatiye nivîsandin de hat xwestin ku ev sazî berpirsyariya xwe bi cih bînin û dawî li êrişên Tirkiyê yên hiqûqa navnetewî bin pê dikin bînin.
 
Rêxistinên jinan ên nameya hevbeş şandiye ev in: 
 
* Kongra Star
 
* Meclîsa Jinên Bakûr û Rojhilatê Suriyê,
 
* Meclîsa Jinên Suriyê,
 
* Yekitiya Jinên Ezidî a Rojava,
 
* Yekitiya Jinên Armen,
 
* Yekitiya Jinên Suriyan,
 
* Kombûna Jinên Zenobiya,
 
* Navenda Lekolîn û Parastina Mafê Jin