8 rêxistinên jinan nameyek ji NY'ê re şandin 2023-10-09 12:24:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyî Antonîo Gûterres û saziyên Neteweyên Yekbûyî re şandin.   Rêxistinên jinan ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dijî êrişên dewleta Tirk a di qada navnetewî de ketin nava hewldanên. 8 rêxistinên jinan bi pêşengiya Kongra Star nameyek hevbeş ji Sekreteyê Giştî yê NY António Guterres re şand.   Name her wiha ji 4 saziyên din ên NY’ê re hate şandin.   Saziyên ku name jê re hatiye şandin ev in: Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan, Komîteya Mafê Mirovan, Lijneya Giştî û Konseya Ewlekariyê.    Li gorî agahiyên ku rayedarên Kongra Star dane, di nameya ku bi zimanê Ingilîzî û Erebî hatiye nivîsandin de hat xwestin ku ev sazî berpirsyariya xwe bi cih bînin û dawî li êrişên Tirkiyê yên hiqûqa navnetewî bin pê dikin bînin.   Rêxistinên jinan ên nameya hevbeş şandiye ev in:    * Kongra Star   * Meclîsa Jinên Bakûr û Rojhilatê Suriyê,   * Meclîsa Jinên Suriyê,   * Yekitiya Jinên Ezidî a Rojava,   * Yekitiya Jinên Armen,   * Yekitiya Jinên Suriyan,   * Kombûna Jinên Zenobiya,   * Navenda Lekolîn û Parastina Mafê Jin