Li Eyn Îsa jinek hat qetilkirin

  • 20:48 7 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Tirkiyeyê yên li ser gundê Xalidiyê yê navçeya Eyn Îsayê jinek hat qetilkirin û kesek birîndar bû.
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrişa li ser gundê Xalidiyê yê li rojavayê Eyn Îsayê de welatiya bi navê Emşa Xîlal Begar (65) hat qetilkirin û hevjînê wê Mihemed El Xelef El Elî (70) jî birîndar bû.