Li Eyn Îsa jinek hat qetilkirin 2023-10-07 20:48:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Tirkiyeyê yên li ser gundê Xalidiyê yê navçeya Eyn Îsayê jinek hat qetilkirin û kesek birîndar bû.   Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrişa li ser gundê Xalidiyê yê li rojavayê Eyn Îsayê de welatiya bi navê Emşa Xîlal Begar (65) hat qetilkirin û hevjînê wê Mihemed El Xelef El Elî (70) jî birîndar bû.