Bi ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat girtin

  • 11:29 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiya HDP’ê ya bajêr û yên navçeyan de girtin. 
 
Li Îzmîrê polîsan di saetên serê sibehê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsan, bi ser avahiya partiyê ya bajêr, avahiyên navçeyên Bûca û Konakê de jî girtin. Lêgerînên li avahiyan didomin.