Bi ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat girtin 2023-10-06 11:29:55     ÎZMÎR - Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiya HDP’ê ya bajêr û yên navçeyan de girtin.    Li Îzmîrê polîsan di saetên serê sibehê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Polîsan, bi ser avahiya partiyê ya bajêr, avahiyên navçeyên Bûca û Konakê de jî girtin. Lêgerînên li avahiyan didomin.